Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Hemwelatî di roja neteweyî de tên pîroz kirin

Hat weşandin onsdag 5 juni 2013 kl 12.00
Wêne: Janerik Henriksson/Scanpix.

Sibe, şeşê meha şeşan roja neteweyî ya Swêdê ye û bi awayên cuda li Swêdê tên pîroz kirin. Her di vë rojê de jî li gelek deveran rê û resmên hemwelatîbûna swêdî bo swêdîyên nû tên li dar xistin. Di van merasîman de şaredarî bi xêrhatinê bi muzîk û axaftinê li hemwelatîyên nû dike.

Yek ji şaredarîyên bi van merasîman radibe, Göteborg ye ya dê sibe bi awayekî fermî li Slottskogen di navenda bajarî de xêrhatinê li 950 hemwelatîyên swêdî yên nû bike. Camilla Carlefall, birêvebira projeyê dibêje ev sala 7 mîne ku merasîma hemwelatîbûnê li dar dixin û ew bawer dike ku dê ev yeka bibe adet:

-Ev derbarê wê yê ku balê bikişînin ser wan kesên hemwelatîbûna swêdî werdigirin û bixêrhatina wan bikin.

Ev bûye adet. Em dibînin ku sedemên daxwaza hemwelatîbûnê her çi bin, ev bûyereke mezin e û ew kesana gelekî kêfxweşin û ji ber van merasîman spasîdarin. Ev êdî bûye adeteke bajarê Göteborg û dê her bimîne.

Dê di merasîmên li Göteborg de, muzîk, vexwarin, şêrînî û kîsên biçûk yên diyarîyan bên pêşkêş kirin.

Ji bilî 950 hemwelatîyên nû, dê gelek heval û malbat jî amade bin û bi tevahî dê 4000 kes vê bûyerê pîroz bike. Di dawîya merasîmê de jî ala Swêdê bilind dibe û seroka birêvebirîya şaredarîyê Anneli Hulthén axaftinekê pêşkêş dike. Piştî wê hemû bi hev re sirûda neteweyî ya Swêdê dibêjin:

Di halê hazir de nîvî hejmara şaredarîyên Swêdê vê bûyerê bi merasîmên fermî pîroz dike, wekî li Göteborg.     

Ne ji zû ve lêhûrênrîna hemwelatîbûnê (Medborgarskapsutredningen) bo hikûmetê hate pêşkêş kirin û tê de yê lêkolîner Gunnar Strömmer, dibêje ku merasîmên bixêrhatinê yên pêşketîtir û bêhtir organîsekirî bo hemwelatîyên nû divê mecbûrî bibe.

-Giring e ku mirov tê bigihêje ku ev merasîm ne bi wateyeke fermî ye di pêvajoya hemwelatîbûnê de, lê ev imkaneke bo Swêdê ku bi fermî xêrhatinê li hemwelatîyên nû bike.

Strömmer berdewam dike û dibêje ev awayekî nîşandana hêjayîya hemwelatîbûnê ye û ew hêjayîya Swêd dide vê hemwelatîbûnê û wan mirovên dixwazin bibin hemwelatîyên vî welatî, beşdar bin û bi berpirsîyarîya xwe rabin.

Wezîrê entegrasyonê Erik Ullenhag dibêje bi rêûresmên hemwelatîbûnê êdî ev pirsa nabe tenê ji karê bîrokrasiyê, bi awayê ku îro dibe:

-Ev merasîm dibe wekî nîşaneke ji civakê jî, ku em vê gava mirovan bo wergirtina hemwelatîbûnê giring dibînin.

Ullenhag dibêje, min gelek kes dîtinê vê gavê davêjin û dibin hemwelatiyên swêdî û yên dibêjin ku ev gaveke mezin e bo wan lê çima civata swêdî mezinahiya vê gavê diyar nake, û rêûresmên hemwelatîbûnê di hemû şaredariyan de nîşaneke vê yekê ye.

-Me li Swêdê mesela hemwelatîbûnê wekî beşekî di pêvajoya hevguncandin û entegrasyonê de gelekî avêtiye pişt guhê xwe û me herweha guh nedaye wate û hêjayîya wê.

Ji ber vê yekê jî hikûmet hilbijartiye ku li vê pirsê bi hûrî binere, li gor wezîrê entegrasyonê. Ev pirs dê tevlî beyana hilbijartinê ya hevalbendiyê bibe bo hilbijartinên 2014.

Fråga
Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".