Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Navnîşanek ji bo Fadîme Şahîndal hat tîk kirin

Hat weşandin onsdag 5 juni 2013 kl 14.17
Fadime Sahindal
(9:27 min)
Peykera ji bo Fadîmê

Roja do li bajarê Uppsala peykerek ji bo navnîşana Fadîme Sahîndalê di parka bi navê wê de hat tîkkirin. Wezira wekhevîyê Marîa Arnholm, berpirsîyara hunermendîyê ji şaredarîya Uppsala Eva Edvarsson û gelek kesên din beşdarê merasimê bûn.

Eva Edvarsson ku ji bo tîkkirina pêykerê gelek şixulîye, naha zef razî ye.

Pêykerek ji bo navnîşana Fadîme Şahîndal hat tîk kirin û wezîrê wekhevîyê Maria Arnholm dibêje eva ji bo karê me jî dibe îlhameke mezin

Di dawîyê de parlamenterê kurd Ismail Kamil bû ku gringîya vê navnîşanê tîne ziman.

– Wek berpirsîyarê komîsyona hunermendîyê di şaredarîyê de, ez naha gelek kêfxweşim. Me qerara vê peykerê di sala 2011 de girt û di dû re qerar hat îtiraz kirin. Lê di dawîyê de karê me qedîya, ez naha dikarim nefeseke kur bigirim, dibêje Eva Edvarsson.

Li gor wê, sedemê îtiraz kirinê jî, ku gelek kesan gotîye; hun çima peykerekî ji bo kesên ku xelata nobel girtine, çê nakin? Ew awha brdewam dike.

– Belê em dikarin yên ku xelata nobel girtine jî bi navnîşan bikin, lê li gor min, di dîroka me ya nêzîk de, Fadime roleke gelek grîng lîstîye. Ji ber ku ewê dixast jîjaneke azad bijî ew hat kuştin. Ji ber wî jî ew buye sembola azadîya jîyanê. Belê em gişk ji alîyê dê û bavên xwe ve tên perwerde kirin, lê dema ku zarok mezin bû û got ez naha dixazim jîyaneke û bi kesekî ku ez dixazim re bijîm, ew dem gere meriv bibêje fermo tu azadî.

Fadîme eva berxwedana da û pir mixabin di wê rîyê de jîyana xwe ji dest da, dibêje Eva Edvarsson.

Belê wek tê zanîn di sala 2002 an de Fadîme ji alîyê bavê xwe ve hat kuştin, ji ber ku jîyana wê ne bi dilê bavê wê bû. Herwaha Fadîme ji bo gelek cîwanên di wê rewşe de re, bû semboleke mezin û pirsgireka namusê jî bi awayekî pir berfireh kete nava gotûbêja Swêd. Salû nîvek berê navê wê li parkeke piçuk li cem çemê Fyrisov li Uppsala, hat kirin. Roja do jî peykerek hat tîk kirin. Peyker wek dareke bê pelg e û di navbera wê de jî eynikek heye. Di darê de hinek mêywe bi rengê zêr hatîye boyax kirin ji ji darda kirî ne.

Hunermendê pêykerê Hanna Beling di derbarê xebata xwe de awha dibêje.

– Di vê peykerê de tesîra porê Fadîmeyê dirêj û bi jiyan gelek çe bûye. Rehê darê sembola dîroka me ye û çiqilê darê jî sembola jîyaneke azad e, ku gere Fadîmeyê jî bikaribûya derbas bikira. Di navbera darê de jî min eynikek çêkir ji boyna ku kesên ku xwe di eynikê de dibînin, ji xwe bipirsin ka rola min di civakê de çiye, ka ez dikarim çi bikim? Meyweyê bi rengê zêr jî sembola karê Fadîmayê ye. Ku karê ewê kir bikaribe ji civakê re mêywe bigire.

Di vê merasimê de wezîrê wekhevîyê Maria Arnholm jî hazir bû û ewê jî ji bo girîngîya roje ji mera awha got.

– Ez gelekî kêfxweşim ji bo ku şaredarîyê eva cîya û eva pêykera pêşkeşê gel kirîye. Eva bê guman ji bo pirsgireka namusê u karê sîyasî di derbarê namusê de jî gelek girîng e. Fadîme sembola berxwedanê ye, ewê ne bi tenê ji bo xwe kar kir, ew herwaha ji bo yên mayîn jî kar kir. Ji bo karê wekhevîyê jî herwaha ew dibe sedemê îlhameke mezin.

Heger çiqas Fadîme kurd bû jî ne gelek kurd beşdarê merasimê bûn û ji komeleya kurdî jî, berpirsîyarê çapemenîyê ku nexast navê wî were weşandin, nerazîbuna xwe ji bo navnîşana Fadîmê anî ziman û got; eva ji bo navê kurdan ne baş e.

Lê Sara Muhammad ku endamê Federasyona Tu car Fadîmeyê û Pelayê ji bîr nekin, li wir bû û herwaha di pêkanîna navnîşanê de xebat jî kirîye.

– Bi sedan ciwan ji sedemê namusê tên kuştin. Fadîme jî ji bo vê pirsgirekê jîyana xw ji dest da û ji ber wî jî bûye semboleke mezin, dibêje Sara Muhammad

Kurdekî din jî ku beşdarî merasimê bû, parlamenter Ismail Kamil ji partîya Folkpartiet bû. Ewî girîngîya navnîşana Fadîmeyê awha anî ziman.

– Eva karekî gelek baş e û herwaha sîgnalekî grîng jî ji civakê re dişîne, dibêje Ismail Kamil.  

Ercan Aras

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".