Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

UR derheqê gera Tirkî de lêdikole

Hat weşandin fredag 7 juni 2013 kl 00.00
Tatîl stand û çû
(5:33 min)
Radyoya Perwerdeyê - UR li Swêdê yek ji sê dezgehên medya yên xizmeta gelî ye. Foto: Bengt O Nordin / Wêneyê SVT

Di meha nîsanê de grûpek rojnamevan ji Swêdê belaş çûbûne Tirkî. Mesrefa rêwîtiyê bi tevahî ji aliyê Tirkî ve hatibû dayin.

Niha derdikeve holê ku yek ji kesên di vê rêwîtiyê de cî girtiye karmendekî Radyoya Perwerdê ya Swêdê UR e û UR niha lêkolînek li ser karmendê xwe daye destpêkirin.

Şefê personelan li UR Mats Godée  jî vê agahiyê tesdîq dike û dibêje:

"Belê ew keseke ku ji bo demeke diyarde li UR kar dike ye".

Ger, yan seyaheta ku behsa wê tê kirin di meha nîsanê de pêk hatibû. Di bernameyeke ku berya niha me weşandibû de jî me behs kiribû ku li ser vexwendina Tirkî hejmarek rojnamevan belaş çûbûne Tirkî seyahetekê. Piraniya rojnamevanên ku çûbûn ew kes in ku li Ewrûpa di çapemeniyên cuda yên Tirkî de kar dikin. Lê niha derdikeve holê ku yek ji van kesan di Radyoya Perwerdeyê ya Swêdê de wekî wênekêş kar dike.

Li Swêdê sê dezgehên xizmeta gelî (public service) hene. Yek Televîzyona Swêdê - SVT, yek Radyoya Swêdê – SR û ya din jî Radyoya Perwerdê ya Swêdê ku bi kurtî jê re dibêjin UR e. Radyoya Perwerdeyê hem ji bo televîzyonê hem jî ji bo radyo hin bernameyan durist dike. Îcar qaîdeyên van dezgehên publik service di mesela bêalîbûn û objektîfbûnê de pir asê têne naskirin. Li ser giringiya vê yekê şefê personelan li UR Mats Godée dibêje ev her sê dezgeh jî bi saya pêbaweriyê dijîn.

Ê naxwe çawa dibe ku kesek ji UR tevî gereke belaş bibe?

"Belê rast e, kesekî ji UR tatîl standibû û di vê tatîlê de, li ser navê xwe bê ku UR agahdar bike çûye Tirkî".

Mats Godée bi berdewamî dibêje:

”Paşê em pê hesiyan ku hevkarekî UR jî çûye Tirkî. Me lêkolînek da destpêkirin bê çi bûye û bê yê ku çûye kî ye, ji ber ku haya me ji tiştekî nebû. Piştre kesê ku çûyî me derxist holê. Wî înkar kir ku bi tu awayî ew ne li ser navê UR çûye, bi temamî li ser navê xwe çûye. Lê ev bi xwe jî bi qasî ya din cidî ye, ji ber ku dema mirov semester/tatîlê distîne dîsa jî mirov karmend e”.

Lê gelo çi qanûn hene ku rojnamevanekî publik service li ser navê xwe nikaribe biçe seyaheteke belaş ?

"Ev dikare darbeyeke giran li pêbaweriya UR bixe. Hem di rêbernameya xizmeta gelî (publik service) de, hem jî di peymana kolektîv de qaîde hatine nivîsandin. Ev yek ji prensîbên esasî ye ku mirov çênabe here seyahetên teklîfkirî yên belaş".

Godée radigihîne ku di destên wan de tu agahî nînin ku rojnamevanê behsa wî tê kirin li Tirkî li ser navê UR tevgeriyabe. Lê, ew dibêje karmend li ser navê karê xwe yê UR hin kaxez îmze kirine. Û lewra ew dibêje, Herçend em berpirsên UR haya me ji tiştekî wiha nebûye jî bikaranîna navê me bi vî awayî darbê li pêbaweriya UR dixe û me lêkolînek daye destpêkirin.

Bi qasî ku em pê hesiyane UR ji karmendê xwe re gotiye heta ku encama lêkolînê diyar bibe divê ew neyê kar. Mats Godée vêya ne red ne jî tesdîq dike. Lê ew dibêje kesê behsa wî tê kirin niha nikare tesîrê li tiştekî bike.

Bi rojnamevanê ku behsa wî tê kirin re em ketin têkiliyê lê wî nexwest tu hevpeyvînan bide.

Derheqê vê rêwîtiya rojnamevanan de di çapemeniya Tirkî de jî hin nûçe hatibûn belavkirin.

Mats Godée dibêje haya wan ji vê yekê heye, lê bê wan jî em kêm zêde dizanin bê helwesta mê dê çi be û dide zanîn ku di destpêka hefteya bê de biryara birêvebiriya UR dê bê belavkirin.


Rapora berê ya li ser seyaheta rojnamevanan


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".