Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Awirên kurdî li ser rakirina embargoyê cuda ne

Hat weşandin fredag 7 juni 2013 kl 15.42
Nerînên kurdî derbarê rakirina embargo
(14 min)
Serhildêrên sûrî li bajarê Helebê. Wêne: Alberto Prieto/Scanpix.

Piştî giftûbêjên dirêj heftîya çûyî li Brukselê derbarê embargoya çekan ya Yekîtîya Ewrûpayê hember Sûrî, wezîrên yekîtîyê giheştin wê biryarê ku embargo hember Sûrîyê rakin. Herçend ku dudilî di nav wan de hebû, wekî nimûne Swêdê ji wan welatan e ku yekcar naxwaze çekên ewrûpayî ji Sûrî re bên şandin.

Rakirina embargo û daxwaza biçekkirina beşekî ji opozisyon sûrî dê xwedan çi wate û bandorê be li ser opozisyona kurdî ?

Dr Emîn Silêman ji Encûmena Kurdên Sûrîyê li Swêdê û Şiyar Alî, nûnerê partiya Yekîtiya Demokrat li Swêdê tevlî şîorveya vê mijarê bûn.

Li gor nerînên Emîn Silêman, ya giring ew e ku çek têkevin destê alîyê durist û lîberal ji opozisyonê de û ew jî dê karekî ne hêsan be. Nûnerê PYD li Swêdê Şiyar Alî, dibîne ku çareserkirina rewşa Sûrî bi awayekî siyasî ya herî durist e her wekî nerînên wezîrê karûbarê derve yê Swêdê Carl Bildt. Û ji alîyê karê opozisyona kurdî ve ew dibêje divê kurd li ser du rêyan kar bikin, yek kurdî kurdî be, ango di hindirê opozisyoneke kurdî de û ya din ku peywendîyên xwe di opozisyona sûrî de jî hebe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".