Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Bi hezaran nexweşên dilî di metirsîyê de ne

Hat weşandin måndag 10 juni 2013 kl 10.37

Bêhtirî nîvî hejmara wan 300 000 nexweşên ku bi teşxîsa dilkutkê ne dermanên şaş werdigirin yan yekcar derman wernagirin. Raporeke nû ji SBU, dezgeha pirsên nirxandina dermanan vê yekê eşkere dike.

Li gor profesor Peter J Svensson ji nexweşxaneya zanîngeha Skåne mirov dê bikarîba jiyana 1000 nexweşî salane ji mirinê xilas kiriba eger dermanên dirust dabana wan.

-Metirsî û xetera heye dema mirov bi nexweşîya dilkutkê be, ya bi swêdî jê re dibêjin ”förmagsflimmer” û yê nexweş dora 65 salî be, wê demê xetera salane dibe 5 ta 10 % ku mirov tûşî hêrîşeke lêdana dilî ya bi hêz bibe.

Svensson dibêje bi bikaranîna dermanê dirust metirsîya vê yekê bi 80% kêmtir dibe.

Ji ber ku ev nexweş di metirsîyeke bêhtir de ne ku bi sekta dil bikevin, ew divê dermanê zelalkirina ango sivikkirina xwînê bikar bînin wekî nimûne dermanê Warfarin. Ev derman nahêle ku xwîn hişik û zuha bibe û reh jî bixitimin. Lê îro dora 55 % ji van 300 000 nexweşî yan ti dermanî wernagirin yan jî dermanê şaş werdigirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".