Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Dezgeha pirsên cudakirinê wê barê kolanan bike

Hat weşandin måndag 10 juni 2013 kl 14.34
DO bar dike
(5:36 min)
Wêne: Bertil Enevåg Ericson/Scanpix

Wezîrê întegrasîyonê dixaze Dezgeha pirsên cudakarîyê Diskriminerignsombudsmannen, barê heremên Stockholmê wek Tensta yan jî Rinkebyê bike. Sedemê vê jî li gor Erik Ullenhag, ku ewê pêşketineke pozitiv di van hereman de dest pê bike.

--Gere em bêtir sazîyên dewletê û şaredarîyan di van heremên bi pirsgirekên mezin û ku li dervayê civakê mane de, bi cîh bikin. Eva wê bikaribe bibe parçeyek ji karê pêşvebirina van hereman, dibêje Erik Ullenhag.

Gelo çima Dezgehê pirsên cudakarîyê hatîye jibartin. Erik Ullenhag awha dibêje.

--Eva dezghekî di binê birêvebirîya hikumatê de ye û di demeke kurt da jî peymana kirayê jî wê li dawî be. Ji ber wî jî naha demake baş e ku em evê daîreyê bar bikin.

Lê Erik Ullenhag bal dikişîne ser u dibêje ku sedemên barkirinê ne ji bo li dawîhatina peymana kirayê ye. Dema ku meriv sazîyeke dewletê barê cîhekî bike, ew hem signaleke pozîtîv dide, hem jî dikare karê nû bîne heremê.

Heger ku 100 kar were vir, ew dem eva dikare bibe sedemê çebuna gelek karê derûdorê jî. Restoranê ji bo nanê nîvro em dikarin wek nimûne nîşan bidin. Ji bilî wî jî eva dikare bibe sedema bawerîke baş di derbarê pêşerojê de, dema ku kar di dewsa ji heremê barkirinê de tê wir.

Gregor Wroblewski ku li Tensta yê berpirsîyarê birêvebirîya çandê ye, ji biryara barkirina Dezgeha pirsên cûdakarîyê, gelek razi ye, û ew jî dibêje ku ev dikare bi xwe re karê din bine Tenstayê.

--Cîqas kar barê van heremen bikin ewqas baş e, lê bi taybetî jî karên fermî werin baş e, dibêje Gregor Wroblewskî.

Lê Gregor hin jî ne piştrast e ku eva barkirna wê bibe yan na?  

--Eva çend sale, Saredarîya Stockholmê gotîye ku ewê Daîreya teknîkê barê vir bikin lê hin jî tiştek nebûye. Herwaha min iro guhdar kir ku yên di nava DO de li hemberê vê biryarê derketine. Ji ber wî jî hin zu ye ku em bikaribin şa bibin, dibêje Gregor.

Ew kesê ku Gregor behs dike ku li hemberê barkirinê ye, Agneta Broberg, nunera cudakarîyê bi xwe ye. Ew dibê, ji bo barkirinê eva ne demeke baş e.  

--Di nava sakl û nîvekî de me gelek karê navxweyî ji bo pêştaxistina Dezgahê kirîye û hewaha eva barkirina wê karê me car din ji para ve bixe. Wek tê zanîn berê Dezgaha me ji sedemên hêdîbûnê dihate rexnekirin. Ji ber wî jî em ji bo vê biryarê ne razî ne, dibêje nunerê cudaarîyê .

Agneta Broberg dibêje feydeya navendîbûnê ew bû ku her kes bi hêsanî dikaribû bigihîşta me.  

Lê li gor Wezîrê entegrasîyonê Erik Ullenhag feydeyên barkirinê ji navendîbûna Dezgahê bêtir e. Hin jî nayê zanîn ku Dezgeha pirsên cudakirîyê wê barê Tenstayê bike, yan Rinkebyê û herwaha ewê çend karê nû çe bike. Li gor Erik Ullenhag dikare banke û sazîye din yê xîzmete ku ji heremên bar kirine, bi vê rîye dibe ku car din ji para ve werin.

Gelo eleqeya vê biryarê çiqas bi van buyerên di dawîyê de cêbun heye? Eva biryara nayê wê mehnê ku naha hikûmat bi ya kesên sucdar û cîwanên şerud dike?

Gregor Wroblebskî ne di wê fikrê da ye.

Na, gere meriv ne wusa bifikire. Heger ku eva biryara wê were rexnekrin, ew dem gere ji sedemên derengî ketinê were rexnekirin. Gere ev biryara bi dehsalan berê hatibûya dayîn. Eva heremana demeke dirêj e ji dervayê civakê mane û ji ber wî jî, ez dibêjim derengbûn dîsa jî ji ne hatinê baştir e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".