Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Yê nexweş dê karibe doseya xwe li ser internetê bixwîne

Hat weşandin måndag 10 juni 2013 kl 15.12

Di hindirê çend salekî dê nexweşên ji temamê Swêdê karibin doseya xwe li ser internetê bixwînin. Beşê nûçeyên radyoya Swêdê, Ekot, îro radigihîne ku dê yê nexweş karibe bi xwe bi rêya agahî û kodên şexsî derbasî internetê bibin û doseya xwe li mal bixwîne, eger mirov bixwaze.

Di van salên dawî de modêleke tecrîbî ba birêvebirîya parêzgehê, ango landstinga Uppsalayê de hatîye bikaranîn. Lê diyare astengî derketine rê, li gor Torbjörn Kalsson, serokê komeleya doktorên giştî yê herêma Uppland:

-Mirov kare rastî agahîyên giran bibe yên belkî bi mirov nehêsan bin, û herweha bersivdanên testan yên gelekê caran bersivdana pirsên girêdayî bi wê ve bi zehmetin.

Di salekê de sîstema doseye li ser internetê li Uppsalayê hatine ceribandin, û dê ji meha yazdan de, november, bo hemû landstingên vê sîstemê dixwazin amade be.

Parêzgeha Skåne û Västermanland dikin vê sîstemê bi kar bînin. Hizra bingehîn ew e ku yê nexweş dê xwedan mafê peydakirina hemû agahîyan be di doseya xwe ya tendirustîyê de û dê li ser internetê peyda bibe.

Fråga
Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".