Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Gelek pêşdibistanên demî divê bên rûxandin

Hat weşandin tisdag 11 juni 2013 kl 10.30

Bo çareserkirina pirsa pêşdibistanan, xanîyên biçûk yên demî hatin ava kirin. Lê nuha dema biryara rûxandina wan hat bi hezaran zarok mecbûrin pêşdibistana xwe biguherin.

Beşê nûçeyên telefizyona Swêdê doh ragihand ku 10 ji 15 şaredarîyên herî mezin di Swêdê de giranîyê datînin ser avakirina xanîyên biçûk yên demî yê bi swêdî ji wan re dibêjin ”Barack” û wan wekî pêşdibistanê bikartînin.

Bêhtir ji sê beşan yek ji pêşdibistanên di salên 2000 de ava bûn her ev xanîyên biçûk yên demî bûn. Sedema zêde avakirina wan ew e ku ev awayên pêşdibistanan zûtir tên ava kirin û karin yan li parkan yan jî li ciyên taybetî yên rawestandina siyaran bên danîn.

Lê li gor yasaya avakirinê ev xaniyên demî tenê di 10 salan de destûrdayîne ku li cîyekî bên danîn, piştre divê ji wê derê rabin yan jî bên rûxandin. Ev çareserkirinên demî nearamîyê ba dêûbavên zarokan saz dike:

-Carina Sahlberg ya zaroka xwe ji pêşdibistaneke demî li Norrköping di van xanîyên biçûk de birîye pêşdibistaneke din dibêje mirov her li bendî agahdarîyê bû, ka kengî dê ava bibe, gelo dê ciyê wê bên guherîn. Rewş her bi vî awayî nezelal bû ji alîyê şaredarîya Norrköping ve.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".