Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Lênerîna qonaxa dawî ya jiyanê bi kêmasî ye

Hat weşandin tisdag 11 juni 2013 kl 11.15
Wêne: Scanpix

Kêmasîyên mezin hene di warê lênerîna tendirustîyê de bo nexweşên li ber mirinê ne, ev li gor dezgeha pirsên civakî (Socyalstyrelsen), ya nuha qaydeyên nû bo lênerîna tenirustîyê di qonaxa dawî ya jiyanê de amade kiriye.

Lars- Erik Holm, birêvebirê giştî ye bo dezgeha pirsên civakî:

- Kêmasîyên zaniyarîyê heye. Nexweşên kanserê, ango şêrpence, lênerîneke baştir îro werdigirin ji ber ku ew wara baştir bi pêş ve çûye, lê warên din nexwedan heman kompetens û jîrbûnê ne.

Herçend ku piranîya miorvên di qonaxa dawî ya jiyanê de ne hem ji ber êşên fîzîkî û yên derûnî diêşin, tenê beşekî kêm ji wan lênerîneke taybetî li gor rewşa xwe werdigire.

Lêhûrnerîneke berfireh ji dezgeha pirsên civakî ku di 2012 çê bû diyar kir ku yên nexweş diçin û tên nexweşxaneyan di mehên dawî yên jiyanê de di şûna ku di jîngeheke lênerînê ya ewle û aram de bin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".