Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Encamên testê şaneyê şaş bûn

Hat weşandin tisdag 11 juni 2013 kl 15.00
Wêne: Peter Morrisson/Scanpix.

Nêzîka 100 jinî li herêma Jämtland xwedan guherînên şaneyê bûn, ya bi swêdî ji wê re dibêjin ”cellförändring”, herçend ku pêşî hatibûn agahdarkirin ku ew tendirust û nenexweş bûn. Rojnameya Östersundsposten dinivîse ku 19 ji wan bi asta herî cidî ya kanserê, ango şêrpence ne.

Ev şaştî hate peydakirin dema 10 000 testên şaneyan ji nûve hatin analîze kirin li nexweşxaneya Östersund.

Tehlîlkerek di karê xwe de şaş bû û di çendîn salan de bala xwe neda guherînên şaneyan. Hanna Forsberg Nilsén ji Orrviken, ya herî bêhtir zerera vê şaşiyê lê bûye. Wê 40 000 kron bedela neramîyê ji sîgorteya taybetî ya nexweşan wergirt. Lê tiştek wernegirt ji ber nexweşiya kanserê ya bi wê ketîye ji ber şaşîyên tehlîla testên şaneyê.

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".