Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Tawankarên cinsî di warê dibistanan de kar dikin

Hat weşandin onsdag 12 juni 2013 kl 10.24
Wêne: Fredrik Sandberg

Dora 100 kesên ku beriya nuha ji ber tawanên cinsî hatine mehkûm kirin bi zarokan re di dibistanên swêdî de kar dikin. Li gor lêhûrnerîneke rojnameya Dagens Nyheter ku îro hate weşandin, di nav wan de mamosteyên pêşdibistanan hene.

Yên ku ji ber tawanên pornografîya zarokan hatine mehkûm kirin û hem jî mamosteyên ku destdirêjîya cinsî hember şagirdan kirine.

Ya hatîye eşkere kirin ew e ku yasa taybetî bo parastina dibistanan ji tawankarên cinsî baş bi rê ve naçe. Hikûmet di salên 2000 de guherînin di yasayê de pêk anî bi armanca parastina zarokan.

Ji wê demê de yê daxwaza karekî di dibistanan de dike divê belgeya nivîskî ji qeyda polîs ya tawankarîyê bide xwedanê karî da ku xwedanê karî zanibe eger ev kesa berîya nuha bi tawanan rabûye yan na.

Eger ew kesa beriya nuha ji ber tawanên cinsî hember zarokan hatibe mehkûm kirin, li gor teorîyê her kare kar bike û biryar ya dibistanê bi xwe ye.

Lê yasaya derbarê ku yê xwedanê karî divê bên agahdarî kirin ne ji bo wan kesan e yên ji berê ve di warê dibistanê de kar dikin. Û ji ber ku ev tawankar kêmê caran tên zindan kirin wê demê dibistan jî bi tawana wan nahise û nabihîze.

Bo karmendên di warê lênerîna tendirustîyê, doktor û hemşîreyan yên de bi tawankarîyên cinsî radibin rewş cuda ye û yasa tundtir e. Di rewşa wan de divê dadgeh dezgeha pirsên civakî, Socialstyrelsen, agahdarî bike û kare nasnameya wî kesî ya doktorîyë jê werbirgre.

Fredrik Malmberg ji dezgeha pirsên zarokan dibêje sîstemeke bi vî awayî bo warê dibistanan dê baş baya.  

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".