Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Greva balefiran zerereke berfireh kirîye

Hat weşandin onsdag 12 juni 2013 kl 15.20
Wêne: Johan Nilsson /Scanpix

Bi sedan swêdî li Firansayê hêlayî mane ji ber greva balefiran ya firansî. Dora 1800 gerên balefiran hatine rawestandin. Tenê şirketa Norwegian ya dê ji Nice hem doh û hem jî îro rabûbaya , nuha bi sedan rêwîyên wî li Nice asê mane.

Ji ber ku ev grev zererê li hemû şirketan dike nabe bi awayekî din yan ba şirketeke din biljêt bo rêwîyan bên veqetandin. Di yanzdeh ji welatên ewrûpayê de birêvebirên balefiran bi awayën cuda planên Yekîtîya Ewrûpayê bo herêmeke hewayî ya bêhtir hevbeş û birêvebirîyeke hebveş, protesto dikin.

Di halê hazir de birêvebirina balefiran li ser asta neteweyîye, ya dihêle ku gelek balefir mecbûr bibe zîk zak li ser vê beşcîhanê bifire. Bi navencî balefir bê sebeb 42 kîlometran bêhtir difirin.

îro dê komîsyona YE dê pêşniyaza derbarê herêmeke hewayî ya ewrûpayî pêşkêş bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".