Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Kêmhebûna hemşîreyan di havînê de astengîyeke mezine

Hat weşandin onsdag 12 juni 2013 kl 16.15
Wêne: Leif R Jansson/Scanpix.

Kêmhebûna hemşîreyan vê havînê dê xirabtir be ji rewşa havîna par. Di gelek herêman de kêmhebûna karmendan wisa mezin e ku navendên lênerînê mecbûr dibin derîyên xwe di havînê de bigirin.

Di havînê de jî kêm hemşîreyên cêgir hene û ji ber vê yekê nexweşxane hene yên pereyekî zêde didin hemşîreyan eger tatîila xwe haftîyek yan du heftîyan dereng bixin.

Lê Sineva Ribeiro, seroka sendîkaya Vård bo karmendên warê lênerînê dibêje ev rewş neqebûlbar e:

-Sineva Riberio dibêje endamê me her wekî her kesên din li Swêdê bi pêwîstîya tatîlê ne, da ku bêhna xwe berdin û xwe bi hêz bikin bo nîvsala li pêş.

Rewşa kêmhebûna hemşîreyan di gelek deverên Swêdê de belav kirîye û ji nuha stress û nearmîyê dirust dike.

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".