Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Gotûbêja dawîn hat kirin

Hat weşandin onsdag 12 juni 2013 kl 15.30
Gotûbêj
(5:12 min)
Wêne: SR

Iro di meclîsê de gåtûbêja serokên partîyan ya dawîyê bû. Ji ber ku serokê partîya Sosialdemokratan ne parlamenter e, di dewsa wî de, srokê grupê Mikael Damberg peyîvî. Fredrik Reinfeld ferqîyeta sîyaseta xwe ya di derbarê kar de anî ziman.   

– Kar bingeha civakê ye û bi 2006 an re qîyas iro bêtir kesên cîwan kar dikin. Le bêtir kar gere hebin û ji bo vi jî gere anaklîzek were kirin, dibêje serok wezîr Fredrik Reinfeldt.   

Babeta Social demokratan jî di derbarê bêkarîyê de bû. Li gor Mikael Damberg ku berpirsîyarê gruba Socialdemokratan e û di dewsa serokê partîyê de dipeyîve, dema ku yekî cîwan ji 90 rojî zêdetir bê kar ma, gere dewlet garantîya kar bide wî.

Herwaha Mikael damberg rexneyên mezin li ser hikumatê kir û got, heger çiqas hikumat ji bo çareserkirina bêkarîyê gelek soz dabe jî, di vî warî de bi ser neketîye û herwaha gel xapandîye. Ji ber vî jî ewî got, hikumatê bawerîya gel hinda kirîye.

– Iro 428 000 kes bê kar in û ferqîyeteke mezin jî ketîye navbera civakê. Rewşa dibistanan jî her çuye xerab buye. Ji ber wî jî Socialdemokrat dixazin 4 000 mamosteyan hildin kar.

Li hemberî vê, Serok wezîr Fredrik Reinfeldt dibêje sîyaseteke Social demokrat û partîyên çep ya ji bo hikûmatê bi bawer nîne. Heger ku bi ya Socialdemoratan be wê gelek kesan bi zutirê teqawit bikin.

– Tu hêjmar nîne, tu soz nîne, bi tenê xeberdanê vala hene, gdibêje Fredrik Reibfeldt.

Ew, îmkanên ku hikumatê daye Daireya karî- Arbetsförmedlingen, dide rêzê û herwaha dibêje perwerdeya dibistanê gelek grîng e, ji bo dîtina kar. Ew dibeje gere Swêd sîstemeke wek Alemanyayê li darbixe ku perwerdeya dibistanê betir di cîhên kar de were kirin. Bi wê rîyê eleqeya zedetir cîwanan wê bi cîyê kar û xwedîkaran re çêbe.   

Mijareke din ya grîng jî di derbarê dayînûstandina sîlahan ya bi Shudî Erebîstanê de bû.

Hevserokê partîya jingehê Åsa Romson jî seroka gruba Socialdemokratan Mikael Damberg pirs kir ka ew di derbarê silah firotina bi welatên dîktator de çi difikire, bi taybetî jji ber ku di deama hikumata Socialdemokratan de dayînûstandina bi Sihudî Erebîstanê re dest pê kiribû.

Mikael Damberg jî bersiv da û got; bi rastî ev meseleke grîng e û gere were zelal kirin.

– Dayîn û standina bi vî awayî, yeke qirêce. Bi rîya şîrketên veşartî û bi rîya kesên ne drust kar hatîye kirin û eva jî piroblemeke mezin e. Em rexneyan li xwe jî dikin, her çiqas rola me di hatina vê pirsgirekê ya vê astê nebe jî.

Em alîgirê krîtera demokrasîyê ne, di frotina sîlahan de. Yanê welatên ku têde demokrasî nîne gere sîlah jî neyê frotinê. Em ewqas zelal in, got Mikael Damberg.

Tomas Ramberg reporterê Radiyoya Swêd yê pisporê siyaseta navxweyî di derbarê gotubêjê de hinek analizan dike.

Ew awha dibêje.

Wusa xuyaye ku Fredrik Reinfeldt dixaze partîya Socialdemokratan û Steffan Löven mecbûrê partîyên çepên din bike û bi wê rîyê cîhê xwe li cem partîyên rast zexim bike. Reinfeldt dibêje, ew soz dide ku partîya Sverige Demokratan re tu karî neke û dixaze ku Steffan Löven jî wê sozê bide. Bi wê rîyê heger ku partîyên rast nikaribin bi serê xwe hikûmatê cêbikin ew dem ew bikaribin ji partîyên çep alîkarî bigirin.

Mona Salînê eva lîstika di hilbijartina sala 2010 de lîst naha Reinfeld jî dixaze wusa bike.

Steffan Löven jî naxaze bikeve wê defikê û hewla bêtir azadîbûne dike. Yanê ew dixaze, heger ku pêwîst be bikaribe bi partîyên alê rast re jî, yanê bi Folkpartîet re jî li hevdi bike. Bi we rîyê bibe xwedanê bêtir alternatîvan.

Heger çiqas di gelek pirsan de Partîya jingehê Miljöpartiet nîzikî Socialdemokratan hatibe jî, partîya çep Vensterpartit dikare serê wan bieşîne. Ji ber wî jî Socildemokrat naxazin imkanên xwe teng bikin, dibêje Tomas Ramberg.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".