Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Hilbijartinên Îranê – boykot yan dengdan?

Hat weşandin torsdag 13 juni 2013 kl 17.00
Hilbijartinên Iranê
(11 min)
Ji Stockholmê mirov dikare raya xwe bide. Foto: Vahid Salemi/Scanpix.

Sibê li Îranê hilbijartina serokkomariyê tê lidarxistin. Ji bo serokkomariyê 686 kesan weke namzet xwe nivîsandibûn, lê ji van tenê berendamtiya şeş kesan hatiye qebûlkirin. Hemwelatiyên Îranê yên li Swêdê jî wê roja înê bikaribin li sefareta Iranê ya li Stockholmê dengê xwe bidin.

Lê piraniya hizb û rêxistinên rojhilatê Kurdistanê hilbijartinê boykot dikin û beşdar nabin. Kemal Gerwise yek ji wan e ku beşdar nabe, hevpeyvîneke pê re em diweşînin.

Lê herçend Kemal Gerwise tu qezenca dengdanê nebîne û beşdar nebe jî her kesê li Swêdê ku hemwelatiyê Îranê ye û ser 18 salî re ye roja îne dikare ji Stockholmê dengê xwe bide. Samnak Akhaie ku bi xwe ji rojhilatê Kurdistanê ye wê raya xwe bide û di hevpeyvîna dengî de ew rave dike bê ji bo çi ew hilbijartinê boykot nake.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".