Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Viktigt meddelande till allmänheten i Ånge, Västernorrlands län
Det brinner i Akzo Nobel med kraftig rökutveckling som följd. Räddningsledaren uppmanar alla i området att gå inomhus och stänga dörrar, fönster och ventilation. För mer information lyssna på Sveriges Radio P4 Västernorrland.
(Publicerat idag kl 14.13)
P4 Västernorrland

Swêd kare yarmetîyê bo herêmên filestînî rake

Hat weşandin fredag 14 juni 2013 kl 10.20

Hikûmet û wezîra yarmetîyê Gunilla Carlsson difikirin yarmetîya ji bo avakirina civakî ya bo herêmên filestînî, Gaza û Perava rojavayê rake. Ev derbarê 200 ji wan 700 milyon kron e yên Swêd salane wekî yarmetî dide Filestînê.

Gunilla Carlsson dibêje yarmetîya swêdî bo van herêmên filestînî li ser wê ava bûbû ku filestînîyan bi hêz bike ber bi gotûbêjên aştîyê yên derbarê çareserkirîya dudewletî bo Israîl û Filestînê.

Eger ev gotûbêj bi ser nekevin xala hereketê tên guherîn û wê demê Carlsson dixwaze wan 200 milyon kronên ku salane diçin bo avakirina civakî, wekî nimûne alîkarîya meseleyên av û keherebeyê ango eletrîkê, rawestîne.

-Ez naxwazim bazarê bi pereyên yarmetîya swêdî bikim lê ez tenê karim ji awirê bacdêrên swêdî lê binerim. Ew daxwaza encamên zelal dikin. Û eger merc nebin bo wê, wê demê em divê konsekvensên wê jî qebûl bikin.

Ma gelo hêjaye em bi avakirina mercên bo çareserîyeke dudewletî berdewam bin eger Isaîl û Filestîn bi xwe nexwazin li dor maseya gotûbêja aştîyê bicivin?.

Ji alîyê opzisyona Swêdî ve , hem partiya Çep û partiya Sosyaldemokratan rexnegirên vê pêşniyazê ne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".