Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Îro yekem doz vedibe piştî tevlîhevîya li Husby

Hat weşandin fredag 14 juni 2013 kl 10.53

Îro doz li mêrekî 26 salî vedibe ji ber girêdanên bi tevlîhevî û şerê ku li Husby di Gulanê de dest pê kiribû. Ev mêr ji alîyê polîs ve hate girtin, di heman roja ku polîs gûman dike wî agir bi du siyareyan xist hate girtin.

Johan Hansson, parêzerê mêrê 26 salî dibêje ew ne li ser hişê xwe bû:

- Hansson dibêje wekî min fêhm kirîye, mêrê 26 salî serxweş bû di dema bûyerê de û ne li ser hişê xwe bû. Ew bi xwe jî nikare ronî bike. Ew ne bi ti kesî re bû ne jî di komên ciwanan de bû.

Tevlîhevîya li Husby berîya mehekê dest pê kir û nearamî û xirabî bi lez di herêmên din de belav bû. Di hindirê heftîyekê de siyare hatin şewitandin û avahî hatin xirabkirin.

Di halê hazir de gelek lêkolîn derbarê van xirabî û tawankarîyan li darin, bi tevahî dora 20 mêrên genc hatine girtin.

Û îro yekem doz bi girêdana van tevlîhevîyan vedibe, ev mêrê 26 salî ji ber xirabkarîyên giran li Rinkeby hatîye tawanbarkirin. Berîya nuha jî ew ji ber tawanên narkotîka û ajotina bilez hatîye mehkûm kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".