Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Şaredarîyên nikarin cîyekî pêşdibistanê bidin dê pereyan bidin

Hat weşandin fredag 14 juni 2013 kl 14.18

Şaredarîyên biserneketine û nikarin ciyekî di pêşdibistanê de bidin di hindirê wan çar mehên li gor yasayê de, dê mecbûr bin pereyên derengxistinê bidin dêûbavan. Ev pere divê di bi qasî pereyên dêûbavîtîyê be. Lêkolînerê hikûmetê vê yekê pêşniyaz dike, yê îro pêşniyazên xwe teslîmî cêgira wezîrê perwerdeyê Maria Arnholm dike.

Li gor lêkolînê dora 3000 zarok salane demeke zêde dirêj li benda ciyekî di pêşdibistanê de dimînin. Lê li gor yasaya dibistanan divê şaredarî ciyekî di hindirê çar mehan de pêşkêş bike, ji dema ku dêûbav daxwaza ciyekî bo zaroka xwe dikin.

Piranîya şaredarîyên Swêdê li gor vê mercê kar dikin, lê par 18 gilînameyên ji ber dema payinê ya dirêj giheştin dezgeha çavdêrîya pirsên dibistanan, Skolinspektionen. Li gor lêkolînerê ev lêkolîn birêve birîye, Stig Orustfjord, şaredarî planê xwe baş danenînin:

-Orustfjord dibêje qalibekî taybetî tune ye, lê ya em karin bibînin ew e ku ev şaredarî xwedan pêvajoyeke plankirinê ya xirabin. Diyare ew baş nizanin bê wan çend cî hene û xwe jê re baş amade nakin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".