Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Gere leşker û polês bikaribin bêtir bi hevdû re hevkarîyê bikin

Hat weşandin tisdag 18 juni 2013 kl 11.03
Wêne: Scanpix

Ji sala 2006 an vir ve polês û leşker dikarin bi hevdû  re temrînê bikin, û heger ku pêwîşt be leşker jî bikaribe alîyê polês bike. Bi taybetî jî heger ku buyereke terorê hatibe qewimandin.

Lê naha raporek nîşan dide ku polês  û leşker heya dema naha yek carekî bi hevdû re temrîn kirine.

Di analîza pey terora li Norveçê ya 2011 de hatîye fêm kirin ku, di rewşê awha de temrîn kirin û metodên ku ji berê de baş tên zanîn alîkar dibe, ji bo ku meriv bikaribe bi hevdure kar bike.

Cîgirê berpirsîyarê komisyona hiquqê Johan Linander dibêje gere ew bêtir temrîn bikin. 

– Bi rastî ev gellek kême, ji bo ku ew bikaribin di erwşeke bixeter de bi hevdû re hevkarîyê bikin. Em bi tenê dikarin ji wan re bibêjin, tiştekî din jî ji destê ma nayê, dibêje ew.      

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".