Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Çavdêriya hevbeş ji bo parastina deryayan

Hat weşandin måndag 24 juni 2013 kl 16.31
Komcivîna deryayan
(6:25 min)
Welatên Deryaya Bakur li Göteborg civîna xwe ya îsal dikin. Hedef bernameyeke hevbeş e.

Eger bernameyeke navnetewî ya hevbeş ji bo çavdêriya deryayan hebûya behr û av dê baştir bihatana parastin û ji bo vê armancê rêxistinên jîngehê îro li Swêdê li hev dicivin da ku bernameyeke hevbeş derxin holê.

Belê, Swêd îsal mazûlvaniya civîna deryayî ya bi navê OSPAR dike. Vê civînê îro li Göteborg dest pê kir û heta dawiya hefteyê berdwam e.

Lewitandin û qirêjkirina ava behran zerarê ne tenê dide hawîrdora peravên xwe, yan welatên pê re sînor. Nexêr, zerar û ziyana behran ji vêya bi gelekî berfirehtir e. Wek nimûne welatekî mîna Swîs tixûbê wê qet nagihe tu deryayan. Lê dîsa jî lewitandina Okyanûsa Atlantîk tesîreke mezin li Swîs dike ji ber ku çemê Renê di vî welatî re derbas dibe û ev çem digihîje rojhilatê bakurê Atlantîk.

Yanî, li kûdera dinyayê dema tesîrek li av û hewayê dibe encamên wê dide deverên din yên gelek jê dûrtir jî. Lê dîsa jî herçend tesîrên av û hewayê hevbeş bin jî siyaseteke dewletan ya çavdêriya deryayan ya tebayî ku hevbigrin nîne. Ji bo ku dewlet bikaribin pîvanên xwe yên jîngehê bidin ber hev divê hemû bernameyên xwe yên çavdêriyê yên netewî berçav re derbas bikin û ev jî hem mesrefeke zêde dixwaze hem jî hin dijwariyan bi xwe re tîne.

Laura Piriz li dezgeha derya û avê (havs -och vattenmyndigheten) di komcivîna Ospar ku îro dest pê kir de nûnertiya Swêdê dike. Li ser nebûna bernameyeke hevbeş ew vêya dibêje:  

-         YE li ser rewşa jîngeha deryayan daxwaza dîmenekî hevbeş dike. Wek nimûne ew dixwaze zabine bê pirrengiya bîyolojîk û nisbeta madeyên kîmyayî di behrê de çiqas e. Dîmenê me yê rewşa jîngehê û pîvanên me divê wekhev bin, lê di vira de nakokî hene.

Ji bo zelalkirina pirsê Laura Piriz vê mînakê dide:

-         Dema herkes ji aliyê xwe ve binêre bê çend masiyên fok ku bi swêdî ji wan re dibêjin ”säl” çêbûne metod û awayê hijmartina van fokan divê li hemû welatan yek be.

Civîna ku îro li Göteborg dest pê kir, vê hefteyê gişt wê berdewam be. Ji 14 dewletên YE û rêxistinên navnetewî derdorê 70 nûneran li hev dicivin. Biryareke ku ew ê bidin programeke hevbeş ya çavdêriya rojhilatê bakurê Atlantîk û Deryaya Bakur e.

Heçî rêxistinên jîngehê ne ew hêvîdar in ku di qada navnetewî de ji bo çavdêriya jîngeha deryayan hevfikiriyeke baştir ji vê kombûnê derkeve. Mikael Karlsson serokê Yekîtiya Parastina xwezayê (Naturskyddsföreningen) e: 

-         Bêyî zanîn û çavdêriyeke baş ya jîngeha deryayê zehmet e mirov bikaribe tedbîrên bitesîr û efektîv bigre. Ez hêvîdar im ku em bikaribin çend gavan di vî warî de bavêjin. Lêkolîn zûve destnîşan dikin ku divê jîngeh û cureyên masiyan yên cuda bi hev re bêne îdarekirin. Lê zanîna tesîr û encamên di vî warî de pir kêm e. Îcar di vira de çavdêrî gaveke girîng e, pêwist e bê xurtkirin da ku zanîna mirov ya di vî warî de zêdetir bibe.

Rola pilankirina deryayan heta niha li Swêdê jî pir kêm e. Xebat û çalakiyên li ser deryayan bêhtir derheqê masîgirtin û trafîka deryayan de bûye. Gelek caran dema boriyên binê avê tên bikaranîn binê deryayan lazim dibe, lê dîsa jî rapor û tarîfên berfireh yên li ser binê behran, pirrengiya bîyolojîk ya deryayên ku ji rojava ve digihin Swêdê, li Kattegatt û Skagerrak kêm in.

Bes Laura Piriz ji dezgeha derya û avê di wê baweriyê de ye ku baldariya ji bo pilankirina deryayê di pêş de li Swêdê jî zêdetir bibe.

-         Niha bi rêya turîzm, spor û derxistina enerjiyê ew xwe digihîne hin xebat û fealiyetên din jî. Berya ne bi gelekî dihate îdiakirin ku ji aliyê teknîkî ve nemimkun e di deryayê de enerjiya bayî bê danîn, lê niha me ew ast derbas kiriye. Gelek fealiyet imkanên di deryayê de êdî dibînin. Heta fikir û projeyên wilo hene ku di behrê de bajar bêne avakirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".