Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Doza kurdê li Bulgarîstanê girtî hate taloqkirin

Hat weşandin tisdag 25 juni 2013 kl 16.00
Ji ber ku belge û delîl nebûn doza kurdê girtî hate taloqkirin.

Kurdê hemwelatiyê Swêdê ku Bulgarîstanê ew girtiye îro derket pêşberî dadgehê, lê ji ber ku Tirkî tu belge neşandibûn doza wî hate taloqkirin. Vê agahiyê malbata kesê girtî ji Radyoya Swêdê re eşkere dike. Bulgarîstan dikare herî zêde mehekê kesê girtî di bin çavan de bihêle.

Çarşema hefteya din kurdekî bakur ku tevî jin û sê zarokên xwe ji Swêdê çûbû Bulgarîstanê tatîlê li balafirgehê hate girtin û ji hingî ve ew di bin çavan de ye.

Kurdê 51 salî ji dawiya salên 1980 ve ji Tirkî mehkûm e û bi malbata xwe re li Swêdê dijî.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".