Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
ئاگاداری! لە ناوچەی کرونوئۆسەن ئاگرێکی بەهێز کەوتۆتەوە

Biyanî û dijbiyanî çawa bi hev re kar dikin?

Hat weşandin tisdag 25 juni 2013 kl 16.11
Kokbiyanî û dijbiyanî
(5:17 min)
Josef Erdem, endamê meclisa şaredariya Borlänge ji partiya Sosyaldemokratan. Foto: Besir Kavak

Gelo siyasetmedarên penaber û kokbiyanî çawa li yek cihî bi siyasetmedarên ku wek dijbiyanî têne naskirin re kar dikin?

Pêşdarîkirineke weqfa Expo nîşan dide ku rêxistinên dijbiyanî yên rastgir di van salên dawî de çalaktir bûne. Herî zêde jî rêxistina bi navê Partiya Swêdiyan (Svenskarnas Parti) çalakiyên xwe zêde kirine.

Lê hîna di hilbijartinên 2010ê de partiya Demokratên Swêdê (Sverigedemokraterna) bi 20 nûneran ve kete  parlamentoyê. Di heman demê de di 246 şaredariyan de siyasetvanên wan hene. Û li gelek ji van şaredariyan endamên Sverigedmokratan ku weke rastgirên tund têne dîtin û giraniya siyaseta wan kêmkirina penaberiyê ye bi kesên bi eslê xwe penaber û biyanî re li yek cihî kar dikin.

Şaredariyeke bi vî awayî Borlänge ye. Meclisa belediyê ji 61 kesan pêk tê û di hilbijartinan de Demokratên Swêdê heft kursî bi dest xistibûn. Li heman bajarî li ser navê Sosyaldemokratan Josef Erdem jî di meclisa şaredariyê de ye.

Îcar me ji Erdem pirsî bê danûstandinên navbera wî û endamên Demokratên Swêdê bi çi awayî ye.

Ji bo hevpeyvîna bi Erdem re li rapora dengî guhdarî bike!

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".