Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Mamoste, doktor û polîs dikin hawar!

Hat weşandin torsdag 27 juni 2013 kl 08.40
Statîstîk yan kalîte
(5:31 min)
Birêvebirina dibistanan mîna ku ew şîrket bin tesîrên xerab li xwendekaran dike.

Bi çavê fabrîkeyê li nexweşxaneyan tê nerîn, dibistan wergeriyaye bazareke tişe hevrikî û polîs ne di pey girtina gunehkaran, lê ew di pey qeydkirina statîstîkê de ye. Sendîkayên mamoste, doktor û polîs van rexneyên tund li peşveçûnê dikin.

-      Dema ku sektora giştî mîna ku ew şîrket bin têne birêvebirin em gotina New Public Management bi kar tînin. Û hizra mirov ya îdolojîk çi dibe bila bibe û mirov wê çawa tarîf bike jî rewş gihaye vê astê. Wek nimûne birêvibirina dibistanan bi vî awayî ye.

Xwediyê van gotinan serokê Federasyona Mamosteyan Bo Jansson e. Wî bi seroka Yekîtiya Polîsan û seroka Yekîtiya Doktoran re bangewazek belav kiriye û hawara xwe digihînin siyasetvanan. Ew dibêjibin ekonom û birêvebir di pey hejmarên baş û qezencên aborî de ne û vê armancê sektora giştî dîl girtiye.

Ew dibêjin modela îro ku heye karê wan yê îdarî zêde kiriye, di şûna ku ew wextê xwe bidine pîşeyê xwe bi kaxez û dokumentasyonan ve dimînin û vêya karê polîs, doktor û perwerdeyê baştir nekiriye. Pêşketina herî xerab jî di xwendegehan de tê dîtin, ji ber ku dibistan wergeriyaye bazareke ku bi reqabet û hevrikî ye. Qezenca ku dê jê bê ji fêrkirinê girîngtir tê dîtin. Bo Jansson:

  

-      Û barê îdarî yê mamosteyan, dokumentasyon pir giran bûye û zêde wext digre. Ji dêla pêşxistina zanyariyên xwendekaran dokumentasyon girîngtir tê dîtin.

Ev demeke ku heman pirsgirêka ku Bo Jansson ji bo mamosteyan behs dike di sektora lênerîn û nexweşxaneyan de jî tê bihîstin. Herî dawî doktorên herêma norrbotten dest bi bangekê kirin û ew li seranserê Swêdê belav bû. Doktor radigihînin ku di nav welatên Ewrûpa de doktorên ku herî kêm wext didine nexweşên xwe yên swêdî ne û bi dengekî bilind îtiraza xwe li hember vê pêşketinê diyar dikin. Yek ji wan doktorên ku li Stockholmê dest bi vê çalakiyê kiribû Lollo Makdessi bû. Ji bo Radyoya Swêdê bernameya P1 Morgon ew dibêje rewş gihaye wî hedî ku tişta ku lênêrîna nexweşan îro bi rê ve dibe ne pêwistiyên nexweş in.

-      Daxwaz tê kirin ku herdem hilberandin/produksîyon bê zêde kirin. Di şûna ku bi çavekî insanî li nexweşan bê lênerîn, mîna ku em li fabrîkeyekê bin pîvan têne girtin.

Seroka Yekîtiya Polîsan Lena Nitz jî bi mînakekê rave dike bê dokumentasyon çi tesîrê li karê polîs dike. Ew dibêje ji dêla ku polîs biçe ciyên ku ew guman dikin kesên serxweş otomobîlan diajon polîs diçe ser rêyên mezin ji bo ku qeyd bike bê wan çend otomobîl kontrol kirine da ku statîstîk baş xuya bike.

-      (Erebeyên polîsan diçine ber rêyên ku gelek otomobîl tê re derbas dibin, ji ber ku hingî ew digihin wê hejmara ku divê bê raporkirin. Lê tecrûbe tiştekî din destnîşan dike. Em dizanin ku ji bo girtina ajovanên serxweş divê mirov here ber rêyên din.)

Ev her sê sendîkayên ku gazinên wan ji pêşveçûnê hene; mamoste, doktor û polîs hikûmet û muxalefetê dawetî danûstandin û dîyalogê dikin. Daxwaza sendîkayan ew e ku hikûmet guh bide wan û qîmet bide tecrûbe û nirxandinên ku di van sendîkayan de hene. Bi raya wan sîstema kontrolê ya heyî exlaqê profesyonel dide alî û encamên li ser kalîtê zêde xerab dibe. Lê di vî çaxê ku tesîra îdolojîk ya li ser siyasetê ewqas mezin e de gelo mirov dikare bendewariyên mezin ji siyasetvanan bike? Bo Jansson:

-      Gava ku mamoste, doktor û polîs pê dihesin ku tesîra wan kêm dibe, û tu wateya karê profesyonel namîne û em ferq dikin ku pîşeyên me dikevin xeterê û em berpirsiyariyê werdigrin, hingî sîyasetvan mecbûr in guhdarî bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".