Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

LO ji karê Bankeya Navendî nerazî ye

Hat weşandin torsdag 27 juni 2013 kl 10.59

Rêxistina navendî ya sendîkayên karkeran LO dixwaze Bankeya Swêdê ya Navendî (Riksbanken) hew elaqê xwe ji fayîza xaniyan bîne.

Hefteya bê Bankeya Navendî bi biryareke nû ya fayîzê tê, lê berya wê LO raporek pêşkêş kiriye û daxwaza ku Bankeya Navendî destê xwe ji desttêwerdan û tedaxuyliya fayîza xaniyan vekişîne radigihîne.

Wekî din LO dixwaze ku heqê kaseya bêkariyê (A-kassan) bê bilindkirin, bêhtir xanî bêne avakirin û deyndar teqsîdên xwe zêdetir bidin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".