Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

YE berê xiristiyanên Îraqê dide Kurdistanê

Hat weşandin torsdag 27 juni 2013 kl 12.07
Dadgeha YE dibêje xiristiyanên Îraqê yên jiyana wan di xeterê de bila biçine Kurdistanê.

Heşt koçberên îraqî ku Swêdê mafê penaberiyê, yan îqame nedabû wan giliyê Swêde li dadgeha YE kiribûn û îro dadgehê biryara xwe da. Swêd ji her heşt dozan jî hate beratkirin. Li gor YE meqamên Swêdî tu peymanên mafên mirovî yan Ewrûpa binpê nekirine, ji ber ku koçber dikarin li Kurdistanê bêne parastin.

Şeş ji van kesên ku giliyê Swêdê kiribûn îdia dikirin ku ji ber ku ew xiristiyan in rîska ku li Îraqê tahde li wan bibe heye. Herduyên din jî xeterên ku ji ber sûcên namûsê zordarî li wan bibe didane pêş.

Berya niha rêxistina NY ya penaberan û Rêxistina Navnetewî ya Efûyê ji ber dersînorkirina xiristiyanên îraqî rexne li Swêdê kiribûn, lê bi raya dadgeha YE biryarên Swêdê ne şaş bûne.

Dadgeha YE dibêje erê rast e li Îraqê zilm û zordarî li xiristiyanan tê kirin, nexasim li navend û başûrê Îraqê dewlet nikare mesîhiyan biparêze û jiyana wan di xeterê de ye. Lê pêşniyaza dadgehê ew e ku xiristiyanên ku li Îraqê jiyana wan di xeterê de ye bar bikin Kurdistanê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".