Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Kent Ekeroth yek ji birêvebirên Avpixlat e?

Hat weşandin torsdag 27 juni 2013 kl 13.03
Kent Ekeroth. Foto: Rebecca Sutton / P4 Skaraborg Sveriges Radio

Parlamenterê Demokratên Swêdê (SD) Kent Ekeroth ev çend sal in înkar dikir ku tiliya wî di karê malpera dijbiyanî Avpîxlat de heye.

Lê rojnameya Aftonbladetê hin nameyên ku Ekeroth ji Avpixlat re şandine bi dest xistine û di wan de berovajî îdiayên Ekeroth diyar dibe ku roleke wî ya mezin di malperê de heye.

Weke nimûne Ekeroth ji endamekî redaksiyona Avpixlat re wiha dinivîsîne: ”Divê em lê bigerin ku em xwe bigihînin hevdû û carê berya nîvro bi awayekî cidî, zûtir dest bi kar bikin”.

Malpera Avpixlat mîna navenda kîn û nefreta ekstremîstên rastgir ya li ser înternetê tê tarîfkirin. Redaksîyona nehênî ya malperê ev çend sal in ku nijadperestî, kîna li hember misilmanan û êrîşkirina ser kesên kokbiyanî ji xwe re kiriye kar û emel. Avpixlat bi pereyên hîbe û bexşê îdara xwe dike û Aftonbladet eşkere dike ku ev pere têne ser kontoyeke ku Kent Ekeroth e vekiriye û li ser navê wî ye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".