Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Xizmên qurbaniyên Felaketa Estonya doza lêgerînên nû dikin

Hat weşandin torsdag 27 juni 2013 kl 13.41
Anders Ericson ji felaketa gemiya Estonya sax filitîye. Foto: Scanpix

Xizm û kesên ku ji Felaketa Gemiya Estonya sax filitîne dixwazin careke din di binê behrê de lêgerîn bên kirin û li enqaza gemiya noqbûyî bê nerîn. Wan ev daxwaza xwe radestî Meqamê amadekarî û parastina civakê (MSB) kirine.

Bi nêrîna Anders Ericsson ku ji qezayê sax filitîbû lêgerînên nû lazim in.

– Bi min ev pêşniyazeke pir baş e. Ji ber ku ne em yên ku ji mirinê filitîne, ne jî ehlên qurbaniyan nizanin bê ji ber çi sebebê keştî binav bû.

Keştiya bi navê Estonya di sala 1994ê di behra Baltîk de binav bûbû û tê de 800 kes miribûn. Berya niha çend caran lêkolîneran xwe berdane binê behrê û enqazên gemiyê kontrol kirine, lê wan nikarîne bersiv bidin bê ji bo çi gemî noqî avê bûye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".