Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Şofêrên otobusan dev ji grevê berdan

Hat weşandin fredag 28 juni 2013 kl 10.44
Şofêrên otobusan dev ji grevê berdan

Ev du hefte bûn şofêrên otobusan di grevê de bûn û kar nedikirin. Lê duh sendîkaya Kommunal û kardêrên şofêran Bussarbetsgivarna li hev hatin û bi vê levhatinê re şofêr vegeriyane ser karê xwe.

Li gor peymana ku hatiye pejirandin miaşê karkeran di nava sê salan de bi 1732 kronan dê bê zêdekirin. Xaleke din jî ew e ku dema mitehitên nû trafîka otobusan dewrî xwe dikin lazim e ew karkeran jî dewrî xwe bikin.

Wekî din sînorekî miaşê herî kêm dê bê diyar kirin û şofêr di amadekirina şêmayê û wextên kar de dibin xwedîxeber.

Greva şofêrên otobusan li hin herêman çûnûhatin kiribû nav tengasiyê de.

Derheqê bidawîbûna grevê de kardêrên şofêran Bussarbetsgivarna bi daxuyayekê vê peyamê didin:

- Li gor vê levhatinê ji bo dilrehetkirina karkeran di îhaleyan de divê danûstandineke baştir hebe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".