Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

YE ji bo ciwanên bêkar milyaran dixe dewrê

Hat weşandin fredag 28 juni 2013 kl 12.27
Foto: Markus Schreiber/Scanpix

Serokên YE di komcivîna Brukselê ya duh êvarê de levhatin ku derdorê 8 milyar ewro bidin alî da ku pê ji ciwanan re kar peyda bikin. Serokê Konseya Ewrûpî Herman van Rompuy piştî civînê ev daxuyanî da.

-          Ji bilî şeş milyarên ku di miha sibatê de me veqetandibûn hin pereyên din jî em didin alî da ku ji ciwanan re kar peyda bikin. Li gor hesabê me destek bi temamî dê bigihîje 8 milyar ewro.

Û li gor serokê Konseya Ewrûpî ev nûçeyeke baş e.

Ev pere di salên 2014-2020ê de wê bêne bikaranîn. Welatên ku bêkariya ciwanên bin 25 salî re ji %25 zêdetir e wê karibin destekê wergirin û ji van pereyan 300 milyon kron ji Swêd re tê.

Lê gelek siyasetmedar ne di wê baweriyê de ne ku ev destek têra çareseriyekê bike. Yek ji wan kesên bê hevî serokê komîsyona YE Jose Manuel Barosso bi xwe ye.

Barosso dibêje:

-          Mezinbûna aborî ne li gor dilan e û xeyalşikên e. Li hin welatan jî rewşeke dijwar ya civakî heye.

Û Barosso bi guman e ku ev destek têra çareseriya bêkariyê bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".