Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Li Misrê direvînin, li Swêdê pereyan dixwazin

Hat weşandin fredag 28 juni 2013 kl 12.29
Li erîtreayiyên revandî li Misrê îşkence tê kirin. Foto: Oded Balilty/Scanpix.

Du erîtreaniyên ji ber gumanên ku bi zorê pere li hev komkirine hatibûne dadgehkirin îro hatine mehkûmkirin.

Yek ji gumanbaran 21 salî û yê din 18 salî ye. Ji bo yê 21 salî heyvek hebs û cezayê çavdêriyê hate birîn. Li yê 18 salî jî cezayê çavdêriyê hate birîn lê ew ê nekeve zindanê.

Li Misrê kesek hatibû girtin, îşkencê lê dihate kirin û ji bo ku bê berdan dawa pereyan dihate kirin. Van herdû zilamên ji Rojhilata Navîn jî ji dotmama kesê girtî li Swêdê pere dixwestin.

Tê ragihandin ku li Misrê bi hezaran erîtreayî têne revandin, îşkencê dibînin û gelek ji wan hatine kuştin. Yên ku ehl yan xizmên wan li Swêdê hene jî rastî şantaja tên û gef li wan tê xwarin ku eger ew pereyan nedin xizmên wan dê bêne kuştin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".