Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Turîzma ku derdikeve û ya ku tê bi qasî hev e

Hat weşandin fredag 28 juni 2013 kl 13.21
Foto: Lennart Sundwall

Branşa turîzmê ya swêdî ji aboriya swêdî ya giştî bêhtir mezin dibe. Ev di raporeke dezgeha mezinbûna aborî ya giştî Tillväxtverket de eşkere dibe.

Cîroya ji turîzma Swêdê par 275 milyar kron bû, ev li gor salek berê zêdebûneke ji %5 bû.

Reqem herwiha nîşan didin ku pereyên ku turîst li Swêdê mesref dikin êdî digihîje pereyên ku Swêdî li derveyî welêt xerc dikin. Ango Turîzma ku ji Swêdê derdikeve û ya ku tê êdî pir nêzîkî hev e.

Dema mirov vêya bi berya çend salan re bide ber hev rewş pir hatiye guhertin. 20 salan berya niha pereyên ku bi turîzmê ji Swêdê derdiketin ji %70 ji pereyên ku turîzmê tanî Swêdê zêdetir bû.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".