Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Hemşîre zêdetir bixwînin jî miaş eynî ye

Hat weşandin fredag 28 juni 2013 kl 13.43
Foto: Bertil Ericson/Scanpix

Di navbera xwendina hemşîreyên li kilînîkên zarokan de ferqên mezin hene. Li hin ciyan rêjeya hemşîreyên ku xwendina berdewamî kirine ji %75 – 90 e, li yên din nîvê hemşîreyan jî ev xwendin nekirine. Yek ji van ciyan jî nexweşxaneya Zarokan ya Astrid Lindgren ya li Solna ye.

Sedema ku gelek hemşîre xwendina pêşdetir nakin bi raya Federasyona Lênerînê (Vårdförbundet) Sineva Ribeiro ew e ku ji aliyê aborî ve tu cudahî nake.

Seroka Vårdförbundet dibêje:

-          Ev pirseke bi şert û mercan ve girêdayî ye. Eger îro ez xwendina bêhtir bikim piştre dema min dest bi kar kir ez weke nû tême dîtin û hingî miaşê min belkgî negihe asta ku ez normal weke hemşîre distînim.

Û li gor Sineva Ribeiro di qet tu meslek û pîşeyên din de tiştekî wiha nayê dîtin ku hem tu zêdetir bixwînî hem miaşê te kêmtir bibe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".