Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Nûnerê BDP li Ewrûpa:

”Xwevekişandina gerîla pêşiya dîplomasiyê vedike.”

Hat weşandin onsdag 3 juli 2013 kl 14.44
BDP û dîplomasî
(7:50 min)
Serokê Sosyaldemokratan Stefan Löfven digel nûnerê BDP yê Konseya Ewrûpa Fayik Yagizay.

Nûnerê BDPê yê Konseya Ewrûpa dide zanîn ku têkiliyên BDP bi Sosyaldemokratan û Partiya

Çep re xweş in. Ew herwiha radigihîne ku xwevekişandina gerîlayên PKKê pêşiya wan vekiriye, lê gelo BDP çi dike û çima li Swêdê nûnertiyekê venakin?

Hefteya derbasbûyî bi munasebeta 10. salvegera kuştina siyasetmedara sosyaldemokrat Anna Lindh li Stockholmê semînerek berfireh li dar xist.

Serokê Sosyaldemokratan Stefan Löfven, seroka berê Mona Sahlin û sekreterê giştî yê Konseya Ewrûpa Thorbjrön Jagland çend ji beşdarên semînerê bûn.

Sosyaldemokratan herwiha hejmarek partiyên nêzîkê xwe yên navnetewî jî dawetî Swêdê kiribûn.

Ji partiyên kurd jî Yekîtiya Niştimanî Kurdistan - YNK û Partiya Aştî û Demokrasiyê - BDP hatibûne vexwendin. Li ser navê BDP nûnerê partiyê yê Konseya Ewrûpa Fayik Yagizay beşdar bûbû.

Li ser sosyaldemokrasiyê, têkiliyên navbera BDP û Sosyaldemokratan û herwiha xebatên BDP yên li Brukselê me hevpeyvînek bi Yagizay re kir.

Di 94ê de piştî ku parlamenterên kurd ji parlemana Tirkiyê hatine avêtin û siyasetmedarên kurd reviyane Ewrûpa li Brukselê nûnertiyek vekirin. Partiya ku wê demê siyasetmedarên kurd tê de bûn HADEP  bû û nûnertî jî bi navê HADEPê bû. Ji hingî ve, yanî ev nêzîkê 20 salan e ku BDP û partiyên bi heman kevneşopiyê li Brukselê hene, lê ev ne nûnertiyeke ku resmî ji aliyê YE ve hatibe qebûlkirine.

Hejmareke baş ya kurdan li Swêdê heye û ji aliyê siyasetvanên kurd re tim behsa rolekê girîng ya Swêdê tê kirin. Sosyaldemokratên Swêdê bi dehsalan Swêd birêvebirine û tesîreke wan ya navnetewî heye. Lê nûnertiyeke BDP li vira nîne. Yagizay jî hebûna nûnertiyeke li Swêdê girîng dibîne lê…

Ji bo tevahiya hevpyevînê û bersivên Yagizay li rapora dengî guhdarî bike!

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".