Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Li Misrê digrin li Swêd pereyan dixwazin

Hat weşandin fredag 5 juli 2013 kl 15.11
Swêd dikare tishtekî ji bo wan bike?
(6:16 min)
Tekle 21 år, utsatt för trafficking på sinai, fast i kairo. Foto: Pernilla Palm / Sveriges Radio

Li çola Sînayî li Misrê kesek hatibû girtin, îşkencê lê dihate kirin û ji bo ku bê berdan dawa pereyan dihate kirin. Du kesan li Swêdê jî ji xizmeke kesê girtî li Swêdê pere dixwestin.

Ev herdu kesên li Swêdê bi gumanên ku bi zorê pere standine dihatine dadgehkirin berya çend rojan hatibûne mehkûmkirin.

Parlamenterê Sosyaldemokratan Arhe Hamednaca bi eslê xwe ji Erîtrê ye. Biryara dadgehê hem wî kêfxweş dike, hem jî têxe nav fikaran.

-         Ev cara ewil e ku ji bo vî sûcî hinek têne mehkûmkirin. Cezayê hatiye dayin çi be jî ev ji bo dadweriyê serkeftineke, lê wextê ez van ciwanan, penaberên belengaz di nav vê eziyetê de dibînim ez xemgîn dibim.

Hamednaca bi berdewamî dibêje:

-         Gelek kes hatine kuştin û organên wan hatine firotin. Derheqê doza li Swêd de jî ez li bendê me ku biryar bê îtirazkirin û cezayekî girantir bê dayin.

Ev doza ku Hamednaca behsa wê dike li Ewrûpa unîk e. Berê tiştên wiha zêde nehatine bihîstin. Herdu kesên ku hatine mehkûmkirin bi eslê xwe ji Rojhilata Navîn in û welatiyên Swêdê ne.

Bi kurtî eger em zelal bikin mesele wiha ye: 

Bi hezaran kes ji Erître direvin Misrê. Lê gelek ji wan li wir ji aliyê kesên tawankar ve têne revandin, dawa pereyan li wan tê kirin û îşkencê bi wan dikin.

Îcar zilamekî wiha ku ji Erître reviyabû Misrê li wir hatibû girtin û îşkence lê dihate kirin. Ehleke erîtreyîyê revandî li Swêdê dijiya. Ev herdu kesên ku niha hatine mehkûmkirin jî li vira jî ev xizma wî tehdît dikirin, ku eger ew pereyan nede îşkence û lêdan li Misrê wê berdewam bike û xizmê wê dê bê kuştin.

Yek ji gumanbarên ku ji ber vî sûcî li Swêdê doz lê hatibû vekirin 21 salî û yê din 18 salî ye. Ji bo yê 21 salî heyvek hebs û cezayê çavdêriyê hate birîn. Li yê 18 salî jî cezayê çavdêriyê hate birîn lê ew ê nekeve zindanê.

Ev awayê bazirganiyê ya kirêt ji Arhe Hamednaca re xerîb nayê. Ew dibêje, ez bûme şahid ku telefon ji gelek kesan re hatine, gef li wan tên xwarin ku eger pere neyêne dayîn ewê îşkencê li ewhlê wan bikin û wî bikujin.

Arhe Hamednaca dibêje:

-         Ez gelek malbatan nas dikim. Ji bo ku ehlên xwe rizgar bikin ew neçar mane ku pereyan deyn bikin. Xelk hene ku ji bankê 200 000 kron pere anîne. Yanî ne tenê tifaqek, trajediyek tê serê wan, gelek malbat ji ber vê sebebê dikevine bin deynan de jî.

Li gor gelek kesan problema bingehîn dîktatoriya li Erître ye. Eger rewş li wir başbûya xelkê welatê xwe terk nedikirin û xwe netêxistin nav vê talûkeyê de. Lê erîtreyiyên li Swêdê dixwazin Swêd û YE têkevin nav tevgerê da ku pêşiya van neçêyî û xerabiyan bê girtin. Bi raya Arhe Hamednaca wezîrê derve yê Swêdê tişta ku jê tê nake.

-         Wezîrê me yê karê derve dibêje ”ez meselê dişopînim û haya min jê heye, lê ji ber ku ev tişt li Misrê rûdidin zehmet e em tiştekî bikin”. Ev gotinên Carl Bildt xeyalên min dişikînin. Ew elaqeyeke têr nîşan nîşan nade û guhê xwe nade vê pirsgirêkê.

Hamenaca dibêje:

-         Divê mirov vê pirsgirêkê têxe rojeva YE de. Gava bi Misrê re têkilî tên danîn lazim e berdana van bi sedan ciwanan ji rayedarên wî welatî bê xwestin. Ew her roj têne revandin, îşkence li wan dibe û gelek ji wan di nav wê eziyetê de dimirin.

Arhe Hamenaca herwiha dixwaze ku meqamên resmî yên Swêdê destekê bidine ehlên van kesan li Swêdê. Lewra bi salan bê ku ew biwêribin dawa alîkariyê bikin êşeke giran dikişînin.

-         Welatiyên min, ango erîtreyîyên li Swêdê naçin gilî nakin, li destekê nagerin. Gelek ji wan mexdûr in û muhtacê hem alîkariya rûhî hem jî ya aborî ne. 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".