Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Xelekên dijî pêşiyan dibine sebeba alerjiyê

Hat weşandin måndag 8 juli 2013 kl 10.55
Foto: Pontus Lundahl/James Gathany/Scanpix

Bazin yan xelekên ku li hemberî kermêş û pêşiyan têne firotin alerjiyê dikin. Li gor dezgeha Çavdêriya Madeyên Kîmyayî gelek ji van xelekan nekontrolkirîne û bikaranîna wan ji aliyê însanan ve nehatiye qebûlkirin. Îcar herî dawî, berya heyvekê du kesan ev xelekên li hemberî kermêşan kiribûne lingên xwe, lê ji bo ku xelekan alerjî kiribû wan bi bayê bezê acîl xwe gihandibûne nexweşxaneya Kalmarê.

Johannes Knulst, ji Çavdêriya Madeyên Kîmyayî dibêje ji bilî van herdu kesan jî gelek li wan geriyane.

Knulst dibêje:

- Belê, kesên pir hêrsbûyî û aciz li me digerin, dipirsin bê me çawa ev xelek pejirandine da ku ew li bazarê bêne firotin. Lê me bi xwe ne ew kontrol kirine, ne jî qebûl kirine.

Dezgeha çavdêriyê ew kontrol nekirine ji ber ku halê hazir ji bo firotina van xelekan tu astengiyên qanûnî nînin, nehewceye ew bêne kontrol kirin. Lê piştî du mehên din, ji meha nehê û pê de qanûna di vî warî de tê jidandin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".