Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Di rojeva Stefan Löfven ya peyîvandina Almedalen de bêkarî hebû

Hat weşandin måndag 8 juli 2013 kl 14.24
Almedalen, Staffan Löfven, Anni Lööf
(5:09 min)
Stefan Löfven (S). Wêne: Fredrik Sandberg/Scanpix.

Roja înê dora seroka Centerpartîyê Anni Löv bû ku peyivandina xwe ya Almedalenê kir. Û roja şemîyê jî serokê partîya Socialdeldemokratan peyîvî. Di rojeva wî de bêkarî hebû.

– Ji bo hatina vir ez gelek kêfxweş im. Heger ku ez hinekî qûre buyama, minê wek Pelle Almkvîst di gruba muzîkê The Hives de spasîya pêş grupê xwe bikira, got Steffan Löfven bi henek.

Di despêka xeberdana xwe de Stefan Löfven behsa pirsgireka li Surîyê kir û got gere  regîm dest ji hikumatê berde û herwaha got ku Bashar al- Ashad qetîlê mafê merivan e.

Ji bilî wî ewî behsa kirîsa di êvrupayê de jî kir û rexne li birêvebiran kir û got ku ewana bi tenê bala xwe dane ser teserifa peran.     

– Gere me ji kirîza di salên 1990 de baştir ders girtobûyana. Di wir da nîşan da ku bi tenê teserif alîkarî nake. Di ber vî re  herwaha gere ji bo pêşerojê sermaye were danîn, ku reqabet bi quwettir bibe, got Stefan Löfven.    

Löfven  rexne li hikûmatê jî kir û got ew pêşnîyazîyê ku hikumat dibê wana ji bo yên cîwan amade kirine, gere naha bihata dest pê krin, ne sala 2014. Li gor pêşnîyazên hikumatê yên cîwan wê bikaribin di dema perwerdeya xwe ya dibistanê de di karekî de staj bikin û bi wê rîyê hêsantir kar bibînin.

– Careke din Hikumat reforman paş ve de davêje. Ev jî nîşan dide ku hikumat bi awayekî ciddî li bêkarîyê mêze nake, lê wek pirsgirekeke hilbijartinê.     

Stefan Löfven behsa a- kassayê nekir u herwaha guherandinê di sigorteya lênêrînê de hatîye kirin de jî rexne nejkir. Di dewsê de ewî bal klişand ser fînansên meqamên resmî yên tendurist, politîkayeke aktîv di derbarê endustrî û sermaye dayîna perwerdeyê.

Stefan Löfven herwaha da eşkere kirin ku nîşana partîya wan azadîke hêsan e û eva awha berfireh kiri.

– Em azadîke hêsan çê dikin. Azadîke mezintir, mesultir û azadîke ku em bi hevdu re çê dikin, got Stefan Löfven.

Roja înîyê jî serokê partîya Centerpartietê Annî Lööf li almadalenê peyîvî. Ewê bal kişand ser û  got ku leza hevkarîya partîyên di hikumatê de kêm buye.  

– Leza projeyên me yên hevbeş kêm bûye, u herwaha  eşq jî. Le gelek pisgirek mane ku gere jê re çareserî were kirin û pirojêyên konkret jê re werin li darxistin, got Anni Lööf.

Ewê çend beşên ku hikumat tê de serkeftî nebûye da rêzê. Ji wana yek bêkarî bû ku li gor wê pirsgireka herî mezin e. Hin jî 800 000 kes bêkar in.

Reqabêt beşeke din bû. Li gor Anni Lööf bi welatên din re qîyas, zikat hin jî li Swêd gelek e, û ev jî hêzên reqabeta karkeran û ya şîrketan kêm dike.

Ewê herwaha kêmasîyê di sîsstema refahê de jî anî ziman û got, hin jî azadîya qerar dayîna bi serê xwe ne bi dil e.

Qirêc bûna hewayê û pirsgirekên di zireetê de jî beşen din bûn ku li gor Anni Lööf gere xebat jê re were kirin. Û ewê got ji ber van sedeman gere hevkarîyeke nû û xurttir di navbera partîyên di hikumatê de were li darxostin.  

– Di navbera hevkarên di hikûmatê de jenerasyoneke nû pêwîst e,ji bo hêzên nû. Ji ber wî jî ezê hevkarê xwe dewetê mala xwe ya di gud da bikim, ji bo ku ez dixazim eşqa guherandinê ku di sala 2006 de di dilê me de hebû, ji para ve were, got Anni Lööf.   

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".