Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
ئاگاداری! لە ناوچەی کرونوئۆسەن ئاگرێکی بەهێز کەوتۆتەوە

Dozeke nedîtî li şaredariya Östersundê tê vekirin

Hat weşandin tisdag 9 juli 2013 kl 11.07
Foto: Janerik Henriksson/Scanpix

Dozgerê Dadgeha Îstinafê Lars Magnusson, ji yekîneya giştî ya sûc û dozên jîngehî îro li hember şaredariya Östersundê dawê vedike. Dawe li ser ava vexwarinê ye.

Zivistana 2010-2011ê ji ber ku parazît ketibû nav ava vexwarinê de 12 000 kes li Östersundê zikêşî bûbûn. Dozger Lars Magnusson şaredariyê weke sersebeb dibîne û doza sê mîlyon kron xeramet dike.

Magnusson dibêje:

- Divê şaredarî bikaribe garantiya ava paqij bide şêniyên bajêr. Herçend ev parazît zûde dihate naskirin jî şadariya Östersundê ev xeter berbiçav negirt.

Lê birêveberê giştî yê şaredariya Östersundê Bength Marsh îdia dike ku wan tu sûc nekirine û ew bêguneh in.

- Parazîta ku di nav avê de derketibû qet ne di nav îhtîmalan de bû. Tu sebeb nebû ku ne em ne jî meqamên ku karê me kontrol dikin texmîna derketina wê parazîtê bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".