Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Kevz wê bibe xwarin, enerjî û derman

Hat weşandin tisdag 9 juli 2013 kl 12.00
Foto: Claudio Bresciani/SCANPIX

Lêkolîneke swêdî lê digere kevzê bi şêweyekî biçîne ku weke berhem enerjî, xwarin û derman jê bê çêkirin. Niha tê ragihandin ku ji bo vê projeyê 31 milyon kron hatine berhevkirin. Ekseriyeta van pereyan ji aliyê dewletê ve tê dayin, lê hin herêm, şaredarî û şîrket jî destekê didine projeyê.

Birêveberê projeyê Fredrik Gröndahl ji navenda Sven Lovén dibêje ew hewl didin kevzê bi wî awayî biçînin ku ew weke xwarin û êmê heywanan bikaribe bê bikaranîn.

Gröndahl dibêje pilan ew e ku ji vê berhema nû beşek bibe xwarin, ya ku neyê xwarin jî mîna kutleya bîyolojîk bê bikaranîn da ku enerjî jê bê derxistin. Û herî dawî kevza ku nebe enerjî ji şînahiyê re dê bibe zibil.

Ev proje beşek ji şaxeke navnetewî ye ku ji deryayê û peravan adan û xwarin tê çêkirin û jê re dibêjin ”mezinbûna şîn”.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".