Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Bawerîya cîwanên kolanan bi meqamên fermî nîne

Hat weşandin fredag 12 juli 2013 kl 14.42
Ung KRIS
(5:47 min)
Wêne: Fredrik Sandberg/Scanpix

Pirsgrekên ku di Husbyê Stockholmê de derketin tu car nikarin ji derva ve werin çareserkirin. Eva li gor Mejsan Abdulla berpirsîyarê Unga KRIS, rêxistineke ku alîkarîya cîwanên tawankar dike ku bikaribin dest ji wê jîyanê berdin.  

– Bawerî nîne. Kesên cîwan, yên mezîn, dê û bavê min, bawerîya wan bi meqamên fermî nîne. Herwaha bawerîya wan bi gelê li dervayî vê heremê dijî jî nîne. Ew difikirin ku ” di vê heremê de gelê me dijî” dibêje Majsam Abdulla.

Naha mehek û nîvek di ser tevlihevîyên ku di Husbuyê de dest pê kir û li gelek kolanê Swêd belav bû, re derbas bûye. Rewş naha rawestîyaye, lê dikare car din dest pê bike, dibêje Mejsam Abdulla ku li  kolana Gottsunda, li bajarê Uppsala dijî.

Di semînereke gelek çije li Almedalenê li Visbyê de ku ji alîyê rêxistina Unga KRIS- Cîwan KRIS ve hat pêkanîn de, ew mehtel mayîna xwe di derbarê pêşwazî kirrina civakê, ya van tevlihevîyan, tîne ziman.     

– Her yek tiştekî dibêje. Berî dibêjin sucê polêsan e, di dur re dibêjin, na yê cîwana ne. Paşê jî dibêjin sîyasetmedarê wê awha û awha bikin. Ji ber çi kesek naçe bi cîwanan re napîve? Ne bi yek û dûdan ve re, bi hemûyan re. Heger ku hun nikarin, yekî ku dikare bişînin.

Unga Kris bi taybetî bala xwe dide cîwanên di navbara 13 û 25 salî de. Armanc ew e ku alîkarîya cîwanên tawankar bikin ku ew car din nekevin nava sucan. Ji bilî vî jî, li hember girtina tawankarîya di pêşerojê de jî karên grîng tên kirin. Yanê  bi rîya çalakîyan û agahdarîyên din yên cîwan di derbarê zirarên tawankarîyê de tên perwerde kirin.    

Di hemû komeleyên Unga KRIS de encûmaneke heremî heye u ji 5-10 cîwaanan pêk tê. Herwaha eva encûmena rojeva karê komeleyê li dar dixe û biryara endaman jî dîsa ew didin.

Mejsan Abdulla dibêje, ya herî grîng ku meriv bikaribe di heremê de kesên bi hirmet bide alîyê xwe. Yanê kesên di eynî demê de bi hêz. Wek ku Meysam Abdulla djibêje kesên ku yên cîwan ji xwe re wek şah dibînin.

Hemû emdamê komeleya Cîwan KRIS kesên ku berê tawankar bûne,  lê naha ji wê jîyanê dest berdane û ji cîwanên ku di civakê de xerab ketine re alîkarîyê dikin.

Di karê xwe de jî wek berpirsîyarê Unga KRIS, Mejsam Abdulla her dem li kesên wusa digere.    

– Karê ku ez dikim, ne bi tenê li Uppsala, li hemu deveran ku ez diçîm de, ez kesekî ku ciwan guhdar dikin dibînim. Ez raste rast diçim cem merivan û dibêjim; navê min Mejsam e, ez ji Uppsala têm, tu li vir çi dikî? Di dur re pirsa rewşa heremêdikim.

Gelek caran jî ez ji kesên cîwan pirsa merivên ku tên guhdar kirin dikim. Bi wê rîyê ez wan kesan dibînim.

Min tu caran nedîtîye ku kesên wusa nînin. Ferq nake heremeke mezin e yan piçuk e. Li her derê kesê wusa hene. Ija gere meriv van kesan di derbarê vî karî de pozîtiv bike û bi rîya wan, bawerîya cîwanan li ser civakê xurt bike.

Li cem  me hem merivê bi emir hene, hem jî yên cîwan. Hinek ji wan tawankarî kirine, hinekan jî nekirine. Lê gotina wan derbas dibe, û ez dikarim bibêjim ku li cem me ev metoda bi awayekî serkeftî li rêçûye.

Dema ku ez ji van kesan re telefonekî dikim û dibêjim: emê çalakîyekî bikin û ji me re 50 yan jî 100 cîwan pêwîst in, di nabeyna niv seetî de 100 cîwan amade dibin, dibêje Mejsam Abdulla.

Lê belê ji bilî vî, ji bo çareserrîya dervamayînê, gere hinek tiştên din jî werin kirin. Kar ji vî  re nimûneki baş e. Dema ku yek karekî dibîne, eva ji 100 kesên din re jî dibe nimûneke pozîtîv û hêvîkî, dibêje Mejsan Abdulla. Li gor wî ew pereyên ku ji alîyê dewletê ve tên danîn jî, wê bikaribûya bi awayekî baştir bihata xerc kirin. Di dewsa xerc kirina erebên şewitî, jan jî, malên xerabkirî.          

– Iro şîrketeke şîgortê ji bo temîrkirina cîyê sekinandina basê 240.000 kironî xerc dike. Heger ku meriv ji cîwanan re bibêje: nehêlin bira kesek vêderê xerab neke, emê ji we re meydana fûtbolê bi 240.000 hezarî çê bikin. Ew dem ez bawer dikim ku heman heman hemû wê bibêjin erê.   

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".