Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

"Navê Arlanda biguherin!"

Hat weşandin onsdag 10 juli 2013 kl 10.32
Dixwazin navê Wallenberg li Arlanda bê kirin.

Navê firokxaneya Arlanda biguherin bikin Firokxaneya Navnetewî ya Raoul Wallenberg. Ev daxwaza derdorê 30 siyasetvan, kesayetên nas yên kultur û civakî ne ku îro di Dagens Nyheterê de gotarek îmze kirine.

Raoul Wallenberg di dawiya Şerê Cîhanê yê Duyem de li Budapestê bi dehhezaran cihû, ango mûseyî ji mirinê rizgar kirin. Mebesta kesayetên ku guhertina navê firokxaneyê dixwazin ew e ku bi vî awayî ew rêzê nîşanî kirinên Wallenberg bidin.

Di nav îmzakiran de rojnamevanên kurd Dilsa Demirbag Sten û Kurdo Baksi jî hene.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".