Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

21 000 xwendkar mane bê destek

Hat weşandin onsdag 10 juli 2013 kl 12.49
Bild: Fredrik Sandberg/Scanpix

Di xwendina 2012/2013ê de pereyên 21 000 xwendekarên lîseyê ji ber ku ew neçûne dibistanê hatine birîn. Ev hejmar ji %6,2 tevahiya xwendekaran e û heta niha rekor e. Sedemeke girîng ew e ku Komîsyona Navendî ya Piştgiriya Xwendinê (CSN) di 2012ê de rutînên xwe jidandibûn.

Heta destpêka 2012ê xwendekarekî dikarîbû ji %20ê dibistanê bimîne, ev jî miqabilê hefteyê rojekê bû. Lê ji serê sala 2012ê û pê de eger xwendekar mehê çend saetean ji dibistanê bimîne divê CSN bê agahdarkirin.

CSN herwiha li cudahiyên navbera keç û kuran jî daye ber hev. Ji %63ê ku dewamî dibistanê nakin kur in û ji %37 keç in. Xalek din ku diyar dibe ew e ku li dibistanên girêdayî şaredariyan xwendekar kêmtir ji dibistanê dimînin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".