Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Qezayên bisiklêtan her diçin zêde dibin

Hat weşandin fredag 12 juli 2013 kl 13.35
Qezayên bisiklêtan
(4:54 min)
Wêne: Janerik Henriksson/Scanpix.

Li berevajî zanyarîya fermî ya berê 10 caran zêdetir kes di qezayên bisiklêtan de zor birîndar dibin. Îstatîstîka nû ji alîyê Daîreya paraztina civakê û amadekarîyê Myndigheten för samhällsskydd och beredskap ve hatîye çê kirin. Jan Schlander jî di wir de lêkolîner e. Ew dibê, dibe ku aghdarîyên ne rast li ser xebatên ji bo ewlekarîya trafîkê tesîrên ne baş kiribin.    

– Bê guman îstatîstîka berê di derbarê qezayên bisiklêtan de wêneyekî ne rast nîşan daye. Hem di derbarê pêşveçuyîna qezayan, hem jî di derbarê mezinbûna wan de agahdarîyên şaş hatine dayîn. Bê guman eva dikare li ser fikrên gel di derbarê qezayên bisîklêtan de tesîreke ne baş bike, dibêje Jan Schylander.

Îstatîstîka nû, ya ku ji alîyê Daîreya paraztina gel û amadekarîyê ve hatîye çêkirin de, di salê de bi qasî 3 500 kesan di qezayên bisiklêtan de, bi awayekî zor tên birîndar kirin, ku ew bi kêmasî rojekî di nexweşxaneyê de tên lênêrîn. Li gor îstatîstîka berê ku ji alîyê polês ve hatíbû çêkirin de, di salê de 300 kes wek zor birîndar hatibûn nîşandan. Yanê eva bi qasê ji sedî yek îstatîstîka nû jî nîne. Istatiştika nû li gor qeyda nexweşan ji Daîreya Civakê hatine hilgirtin.

Herwaha xetkevane jî wek berê nîşan nade. Li gor îstatîstîka berê qeza her diçûn kêm dibûn û di navbera van 20 salê dawîyê de jî nîvî bibûn. Lê  di rastîyê de qeza her çune zêde bûne.

Bi giştî di salê de 23 hezar Swêdî di dû qezîyayên bisiklêtan diçin nexweşxaneyê û nava van de bêtirîn cîwanên di navbera 14 û 20 salî de ne. Lê  rîska mirinê, bi imrê mezin ve zêde dibe, dibêje Jan Schylander.

          

Bêtirîn yên cîwanên mêr qeza dikin. Bi rastî eva hema hema di hemû qezîyayên din de jî wusa ne, cîwanên mêr ji rîskan hez dikin. Lê zêdebûna qezan bêtirîn di nava yên temanmezin de dibe. Gelek caran jî yan dema ku ewê ji bisiklêtê peya bibin, jan jî wê lê sîyar bibin qezîya dibe.

Li gor Jan Schylander sedemên qezan gelekin. Bisiklêtvan zefî caran xwe zêde hêja dibînin û bi dîqet nînin. Gelek caran jî ew li muzîkê guhdar dikin, dema ku ew dajon û eva jî dikare bi xeter be. Li gor wî gere bisiklêtvan di derbarê qaîdeyên trafîkê de bêtir agahdar bibin. Ew nimûneyekî jî dide.    

– Gelel bisikletvan bawer dikin ku qaîdeyên ji bo kesên peya, ji bo wan jî derbas dibin, lê ne wusa ne. Wek nimune gere otomobîl li ber cîhên derbasgehan, ji bo kesên bi peya bisekinin, lê nej i bo bisiklêtan û eva jî ji alîyê gelek bisiklêtvanan ve nayê zanîn, dibêje Jan Schylander.

Ji bo ku qezayên bisiklêtan kêm bibin li gir Jan Schyman gere gelek çareserî bi hev du re werin kirin. U herwaha gere bisklêtvan jî bi mesûl hereket bikin. Wek nimûne gere kumzirxê xwe bidin serê xwe, reflekza li xwe bikin û di dema biklêt ajotinê de alkoholê nexun.

Çareserîyê din jî, gere bêtir rêyên bisiklêtan ji yên din werin veqetandin, herwaha rê werin temîr kirin, ji ber ku di gelekan de çal û holp hene. Ji bilî vî jî, li gor Schylander gere fabrîkeyên bisîkletan jî hinek tiştan bikin.   

--Di çêkirina bisikletan de hinek baştir kirin dikarin çêbin. Wek nimûne ew dikarin di pêşerojê de fîrênê ku nayên kilît kirin derbixin û ew dikarin bisikletên ku sîyarbûn û peyabûna wan hêsantir e, çe bikin, bi taybetî jî ji bo yên temenmezin.

Naha Jan Schylander hêvîdare ku ev îstatîstîka nû ya bêtir piştrast wê ji bo baştirbûna tirafîkê xebatên nû li darbixe.

        

– Ez hêvîdarim ku bal wê bêtir bizivire ser xebatên ku tesîrên grîng dikin û ku di encamê de feyde ji bo bisiklêtvanan çê dibe, dibêje Jan Schylander.   

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".