Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Divê dêûbav hay ji zarokên ser înternetê hebin

Hat weşandin torsdag 11 juli 2013 kl 14.32
Sextekariyên înternetê
(6:53 min)
Gelo tu dizanî bê zaroka te dikeve çi malperan? Foto: Jessica Gow/Scanpix

Hejmara malperên ku ji ber pornografiya zarokan têne girtin ji serê salê ve duqat bûye. Mirov çawa dikare zarokên xwe ji malperên wiha biparêze?

Înternet bûye beşek girîng ji jiyana me û gelek karên me ser înternetê ne. Em bi rêya mail, medyayên civakî mîna Facebookê têkiliyan dideynin, li muzîk û radyo guhdarî dikin û gelek caran bi rêya wê li televîzyon û fîlman dinêrin. Zarokên me gelek caran bi lîstikên komputerê dilîzin. Em çekên xwe bi înternetê radizînin, bilêt û gelek pêwistiyên xwe yên din ji ser înternetê dikirin.

Yanî kurt-kurmancî di vê dewranê de jiyana bê înternet zehmet e.

Erê, jiyan bê înternet zehmet e, lê înternet gelek xetran jî bi xwe re tîne. Naxwe mirov çawa bike? Ev pirs me ji mihandizê komputeran Cano Onatli kir.

Ji bo guhdariya hevpeyvînê li rapora dengî guhdarî bike!

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".