Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Polês li hemberê sextekarîya internetê bê mecal e

Hat weşandin torsdag 11 juli 2013 kl 15.24
Sexteksrîya înternetê
(5:39 min)
Wêne:Berit Roald / Scanpix

Sextekarîya di internetê de her diçe zêde dibe. Kesên sextekar roj bi roj metodên nû dibînin ji bo ku însanan bixapînin. Bi sala berê re qîyas, di nava 5 mehên isal de, sucên di înternetê de ji sedî 37 zêde bûne. Li gor rojnameya Dagens nyheter 6 metodên balkêş hene.

Awayê yekemîn:

Ji însanan re şandina meylên sexte ye. Di meseleyeke ku hatîye serê gelekan de di meylê tê gotin ku ew ji şîrketa Teliayê ne û di dayîna fatûreyê de şaşitîk çêbûye û pere du car hatîye dayîn.  Naha, ji bo ku pere bikaribe ji para ve were şandin, gere ew kesa reqemên xwe yê bankeyê û yên kesîn ji wan re bişîne. Bi wê rîyê ew dest didin ser reqemên bankeyê û perên meriva ji hesab vala dikin.

Awayê dyemîn:

Meriv di malpereke internetê de tiştekî dikire û pereyan jî ji kontoya kesî re dişîne, lê tişta ku meriv kirîye ji meriv re nayê. Wek mişterî ji para ve girtina peran dikare bê îmkan be. Ji ber wî jî gere meriv ji malperên ewle dayîn û standina xwe bike û herwaha peran jî bi rêya hesabê bankeya wê malparê bide.

Nîşan daye ku kesên bi vê rêyê merivan dixapînin gelek caran yên neçêbikaranîner in.  

Awayê sêyemîn:

Kesên ku di înternetê de li eşqê digere, dikare were xapandin. Di vir de jî, ew kesê ku meriv pê re nasîyaye, ji bo hatina Swêd perên bilêtê dixaze. Pey ku meriv pere şandin ew jî têkilîya xwe ji meriv dibire.

Awayê çaremîn:

Sextekar dest dide ser hesabê faceboka hevalekî merivan û di pey re ji heval xeberek ji merivan re tê û dibêje: Ew di dema rêwîtîyeke dervayî welêt de hatîye şêlandin yan jî pereyên xwe daye hinda kirin. Nah jî heval di wî welatî de maye û ji bo ku bikaribe were, gere pere jê re were şandin. Wek nimûne bi rîya Western Union.

Awayê pêncemîn:

Gelek malperên sexte hene ku çekên bi markeyên naskirî û baha, erzan didin. Eva jî gelek caran malperên çînîya ne û armanca wan jî herwaha dest dayîna ser hesabê merivan e.   

Awayê şeşan:

Li gelek kesan re telefon hatîye û di wir de gotine: ew ji microsoftê telefon dikin û ku vîrus ketîye komputera wan, naha jî ew dixazin alîkarîya merivan bikin. Ji bo wî jî gere meriv komputera xwe veke û wek gotina wan bike.

Bi wê rîyê ew dest didin ser komputera merivan û herwaha hemu agahîyen tê de jî ji xwe re bi kar tînin.

Li gor Anders Ahlqvist, ku di nav polês de, di beşa tawankarîya di înternetê de kar dike, sedemekê zêdebûna sûcên înternetê, zede bi karanîna wê ye.  

– Ji ber ku em înternetê gelek bi kar tînin, kesên sextekar jî di wir de xwe cîh dikin. Ji ber ku cezayê netê jî ne gelek e eva ji wan re dibe meydaneke fireh, dibêje Anders Ahlqvist.

Li gor îstatîstîka ku ji alîyê Brå- Daîreya li hember girtina sucan ve hatîye cêkirin de, sextekarî û sucên ku herî zû zêde dibin yên di înternatê de ne.

Di nava 5 mehên salê de ji polês re 10 355 gilîname hatiye, eva jî zêde buneke ji sedî 37 e, bi sala berê qîyas. Lê gelek suc jî nayên zanîn.  

Li gor Anders Ahlqvist, sextekar her diçin xwe li gor teknîkên nû pêşda dixin. Naha gelek programên nû hatine ku dikarin di ber paraztinên di komputerê re derbas bibin û herwaha dest bidin ser.  

Li gor polês lêkolîn kririna van sucan gelek caran zehmete ji ber ku meriv nizane sextekar kî ye. Anders Ahlqvist disa.

– Gelek ji van sucan wê neyêne eşkere kirin. Lê em bi polêsên welatên din re hevkarîyê dikin û hêvîdarîn ku bi rîya vê hevkarîyê mecala tawankaran kêm bikin. Lê taybeta van sucan cuda ye. Yanê dibe ku meriv ne gelek caran dikare tawankarekî bigire û ewî ceza bike, lê meriv dikare mecala wan ya tawankarîyê kêm bike.

Anders Ahlqvist dibêje heger cîqas ewê nikaribin hemû sucan eşkere bikin jî ew disa dibêke ku gere her kesê ku hatîye xsapandin li cem polês gilî bike. Eva ji bo zanîna mezin buna van sucan gelek girîng e.

Ew dibê ya herî baş ku meriv nehêle suc were qewimandin.  

– Gere gel were agahdar kirin, gere ewlekarîya internetê zêdetir bibe û kesên ku bi van karan re disuxulin jî betir bala xwe bidin ser sextekarîyan.

Yanê çareserîya herî baş ku kesên înternetê bi kar tînin bêtir haj ji xwe hebin, dibêje Anders Ahlqvist  

– Dema ku yek di internetê de ji te re dibêje gere tu berê peran bişînî, eva tê mehneya ku tu perên xwe di nava daristanê de daynî ser kevirekî. Yanê gere tû her dem bifikirî ka meriv dikare di bazarê de awha bike? Yanê gere tu dayîn û standina di înternetê de bizvirînî dayîn û standina di rastîyê de.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".