Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Zarokên feqîr di havînê de di mal de dimînin.

Hat weşandin fredag 12 juli 2013 kl 12.42
Zarokên feqîr
(0:11 min)
Wêne: Lionel Cironeau/Scanpix

Havîn dema ajne kirinê, çuyîna tehdîlê û xarina qeşîr e. Lê belê gelek zarokên ku di malbatên feqir de dijîn, gera welatên derva bide alîkî, ew ji sedemên bê peretîyê nikarin herin golê jî. Bi tenê ji çar şaredarîyan yek çalakîyên bê pere ji zarokan re çê dikin. Û cûtatîya di navbera zarokan, bi taybetî di dema havînê de, xwe zêdetir nîşan dide, dibêje Agneta Åhlund, ji rêxistina Parastina zarokan, Rädda barnen.

--Em dizanin ku dema vala ya aktîv siheteke baş jî dide merivan, wezîyeta di civakê de û herwaha ya di dibistanêde jî baştir dike. Gelek grîng e ku gere her zarok bikaribe di dema vala de tiştekî ji bo wî xweş bike. Eva berîya her tiştî ji bo sihheta wan gelek grîng e, dibêje Agneta Åhlund.

Ji bo gellek zarokan tehdîla di adeyeke Swêd de, çûyîna parkeke heywanan, yan jî gera welatên derva mimkun nine. Ew zarokan gelek caran di bajar de dimînin  û benda despêkirina dibistanê û ji para ve hatina hevalên xwe dimînin, dibêje Agneta Åhlund, ku di Paraztina zarokan de şefê berhemên Swêd e.

Her sal Paraztina zarokan li ser rewşa zarokan ya aborîyê lêkolînekî çê dike. U di ya dawîn de nîşan dide ku 242 000 zarok di feqîrîyê de dijîn.

Feqîrîya zarokan awha tê hesabkirin. Heger pereyê malbata ku zarok tê de dijî têra mesrefên wan yên pêwîst neke, yan jî ku malbat alîkarîyê zi sosyalê bigire, ew dem zarok wek feqîr tê hesab kirin.

Di van 20 salên dawîyê de cudatîya di navbera malbatan bi awayekî xurt zêde bûye, li gor lêkolîna SCB- Buroya Istatîstîkê ya navend. Eva, li gor hatina malbatan hatîye amade kirin. Li gor lêkolînê hatina kesên ku di Swêd de yên herî dewlemendin, ji sedî 63 zêde bûye. Lê hatina yên herî feqîr ji sedî 1,7 zêde bûye.

  

Mesrefên malbatan di nava havînê de bêtir in. Ji ber ku zarok hemû xarinên xwe li mal dixun û çalakî jî herwaha pere digre. Ji ber wî jî havîn demeke zehmettir e ji bo malbatên feqîr.  

Ji ber wî jî şaredarî dikarin gelek tiştan ji zarokan re bikin. Gelek refahên van malbatan ji alîyê şaredarîyê ve tê pêkanîn, ew dem gere eleqeya wan bêtir bi zarokan re hebe, dibêje Agneta Åhlund. .      

--Meriv dikare aktîvîtê bê pere bibîne. Heger ku golek nêzîk hebe meriv gere bikaribe bê pere li basê sîyarbe û here avê yan jî bikaribe bê pere here hewzê. Yanê gere hewcê pere dayîna zarokan nebe, dibêje Agneta Åhlund.

Lê li gor anketekî ku ji alîyê rêxistina Majblomman –rêxistineke dilxwaz ji bo alîkarîya zarokan, ve hatîye çekirin de, bi tenê ji sedî 30 şaredarîyên ku bersiv dane, çalakîyên bê pere ji bo zarokan çê kirine. Bi tenê ji sedî 10 gotine ku cîhên ji bo dema vala di dema havînê de jî vekirîne û ji sedî 7 an bersiv dane ku ew ji bo li hember girtina feqîrîya zarokan xebatan dikin.

Ji wan şaredarîyan yek ku ji bo zarokan çalakîyên erzan li darxistine ya Vesteros e. Serokê şaredarîyê jî Staffan Jansson ji partîya Socialdemokratan e.    

--Belê sîyarbûna båta ku diçe Östra Holmen ji zarokan re bê pere ye. Ji bilî vî jî em hem çalakîyên rojane, hem jî yên ji bo heftîyên çê dikin. Herwaha her dem kesên berpirsîyar ji bo dema vala jî her dem li wir in û alîkarîya zarokan dikin. Ji bo van çalakîyan jî meriv perekî pir hindik ji bo xarine dide, dibêje Staffan Jansson.

Agnetha Åhlund ji paraztina zarokan Rädda barnen dibêje, bi giştî li hemeber pêdivîyên zarokan yên havînê, guhertineke pozîtiv di şaredarîyan de heye. Lê gere zêdetir şaredarî lêkolînên taybet çê bikin ji bo ku pêdivîyên zarokan yên di wê şaredarîyê de derkevê holê. Eva jî bo pêşerojê gelek grînge dibêje ew.    

--Eva hewce nake perekî mezin bigir e. Eva ji bo pêşerojê jî sermayerazandineke, dema ku meriv pêdivîyên zarokan hîn dibe u herwaha dema vala ya têrmene ji wan re dike îmkan. Eva ji bo pêşêroja wan jî gelek grîng e û li gor konvensîyona mafê zarokan heqê wan e, dibêje Agneta Åhlund.

Li gir Paraztina zarokan feqîriya zarokan di Vesteros de ji sedî 14 ye. Serokê şaredarîyê Staffan Jansson dibêje, ji bo zarokên di malbatê feqîr degelek tişt hene ku ew dikarin bikin lê mesûlîyetîya herî mezin ya dewletê ye.  

--Ya herîgrîng ku dê û bav ji xwe re karekî bibînin. Bê guman em dikarin di hinek tiştan de alîkar bibin lê ev imkanên gelek kêm in. Gere malbat bikaribin xwe bi rê bibin. Eva ji karê dewletê ye.    

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".