Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Biryareke nû kare tawankarên bacê serbest berde

Hat weşandin måndag 15 juli 2013 kl 11.01
Wêne: Sofia Tanaka/Scanpix

Bi sedan tawankarên sûcên bacê karin ji cezeya zindanê xilas bin û ne tenê ev, lê karin daxwaza milyonan jî wekî bedel ji hikûmetê bikin. Sebebê vê yekê biryareke ji dadgeha bilind e ji meha şeşan ya dibêje lêzedekirina bacê li gor nirxandina daîreya bacê ya giştî, Skatteverket, divê wekî cezeyekê li gor pîvanên yasayî bên jimartin û ji ber wê jî kesek ji ber heman tawanê nikare di dadgehê de jî bên mehkûm kirin.

Biryara dadgeha bilind awayekî lêanîna yasaya swêdî bo qaydeyên Yekîtîya Ewrûpayê ye û li gor wê dubarekirina cezeyan qedexe ye.

Dora 30 kesên ku ji ber tawanên girêdayî bacê hatine mehkûm kirin nuha û piştî biryara ji meha şeşan de daxwaza jinûvelênerîna doza xwe dikin.

Li gor ragihandinên rojnameya Dagens Nyheter dora 10 ji van 30 kesan nuha ta wê ve tir ji zindanê serbest hatine berdan. Sibe, sêşem dê biryarek ji dadgeha bilind bê derbarê pirsa retroaktiv, ango eger ew kesên ji berê ve hatine mehkûm kirin dê serbest bên berdan yan na.

    

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".