Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Sîstema tevlihev gelek zarokan dike binê deynan û tawankarîyên nû.

Hat weşandin måndag 15 juli 2013 kl 14.56
Zarokên deyndar
(5:26 min)

Naha qanûneke nû di rîyê de ye, ji bo ku bi taybetî yên cîwan bikaribin hêsantir deynê xwe bidin. Sala berê yên zarok bi 14 mîljon kironî ji Daîreya Deyndarîyê Kronofogdsmyndigheten re deyndar bûn. Mejsam Abdullah ku di rêxistina Ung KRIS de berpirsîyar e, dibeje qaîdeyên naha gelek tevlihev in, û ji ber vî jî gelek cîwan nizanin wê deynê xwe çawa bidin.

– Gelek zarokên  deyndar li cem me hene û ez dikarim bibêjim ku ji 10 kesan yek, deynê xwe dide, yan jî planek ji bo deyndayînê jê re hatîye cêkirin. Yên din nizanin wê çawa bikin, yan jî ji kê re têkilîyê çe bikin. Zefê wan nizanin ku deynê wan çiqase jî.

Zêdayîyê van deynan girêdayîyê sucekî ne, yanê zarokê sucek kirîye û di pey re hukmê tazmînatê xwarîye, lê nikaribûye deynê xwe bide. Wek nimûne bi tenê li bajarê Uppsala bi tenê 37 zarok naha ji alîyê Daîreya deyndarîyê ve tên gerandin. Ji sedî 73 îyê wan ji sedemên sucan bûne deyndar.      

Ji ber ku gelek zarok di encama sûcekî de nikarin deynê xwe bidin û dikevin cem Daîreya deyndarîyê, û av jî dibe sedemên tawankarîyên din û daha mezin , di sala 2010 de lêkolînek hat li darxistin ji bo ku çareserîk ji vî re were kirin û ji bo li darxistina qanûneke nû bingeh pêşkêş bike.

Di sîstema naha de, dadgeh kesên sucdar ji bo mîqtarek pere û faîza wî deyndar dike, lê ji bilî wî nabêje ewê çawa wan peran bide. Gere ew kes bi xwe têkilîyê bi deyndarê xwe re dayne û perê wî bide. Astengî jî di vir de derdikeve. Gelek caran agahîyên kesan veşartî ne, heger veşartî nebin jî têkilî dayîn dîsa jî dikare zehmet be. Di encamê de jî gelek caran deyn nayê dayîn û meselê jî diçe cem Daîreya deyndarîyê.

Ji ber wî jî li gor lêkolînê, gere sîstem were hêsanî kirin. Li gor pêşnîyazê gere meqamek hebe ku di navbera herdû alîyan de, yanê  kesên deyndar û yên din de rola pirekî bileyîz e. Gere eva meqama, kesên deyndar baştir agahdar bike û ji wan re pilanekî ji bo dayîna peran çê bike.

Li gor Janne Åkerlund ji Daîreya deyndarîyê Tê pêşnîyaz kirin ku Daireya qurbanan vî krî hilgire ser xwe. Li gor wî ewê ji bo kesên qurban jî hêsantir bibe.        

Mejsam Abdullah dibêje ev sîstema naha ewqas tevlihev e ku ne bi tenê yên cîwan û zarok yên mezin jî zehmetîyan dikişînin. Li gor wî, dema ku deyn diçin Daîreya deyndarîyê, eva ji wan re dibe despêka tawankarîyê din.

– Heger ku tu merivekî 17-18 salî bî û tu bi 50 hezarî hatibî deynadar kirin, ew dem tu nabêjî ezê vî deynê xwe bidim. Tu dibêjî ji xwe heyata min hatîye xerab kirin, ezê jî di wê rîyê de herim. Gelek kes bi abone telefonan distînin û perî wî nadin, yan jî difikrin, hewce nake ku ez kar bikim, ji ber ku pereyên ji Daîreya deyndarîyê re wê herin. Bi wî awayî deyn û tawankarî jî her diçe  zede dibe, dibêje Mejsam Abdullah ji rêxistina Ciwana KRIS.

Li gor Mejsam Abdullah heger  ku mesele çû Daîreya deyndarîyê, gere ew jî bikaribin bêtir alîkar bibin. Li gor wî Daîreya deyndarîyê jî di agahîyên xwe de kêm in.

– Dema ku kesek deynê xwe nade û herwaha bersiv jî nade, gere ew dem Daîreya deyndarîyê, bi wî kesî re têkilîyê xwe dayne ka reweşa wî çîye û ji bo wî pilaneke deyndayînê çê bike, di dewsa şandina faîz ser faîzê de, dibeje Mejsam Abdullah.

Hinek agahî:

Gere em bînin ji bîr ku ji sala 2009 han vir ve, li gor qanûnê şîrket nikarin yên zarok têkin bin deyn. Herwaha lênerîn yan jî doktorên diranan jî nikarin ji zarokan pera bixazin. Lê belê zarokên di ser 15 salî re dikarin di dadgehê de werin sucdar kirin û herwaha bibin mecburê dayîna tazmînatê. Zarok herwaha dikarin ji sedemên zikatê jî werin deyndar kirin. Wek imûne heger kû deûbavan li ser navê zarokekî hîse vekiribin û tê de pere tov kiribin, lê di du re hîse firotibin, zarok ji bo dayîna zikatê wek deyndar tên hessab kirin.         

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".