Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Standardek bo warê sanetkaran kare saz bibe

Hat weşandin måndag 15 juli 2013 kl 15.26
Wêne: Pär Olsson/Scanpix.

Dezgeha serfkaran ya giştî, konsumentverket, dixwaze hewil bide warê sanetkaran baştir bike. Gelek gazinan dikin piştî ku xizmetên sanetkaran daxwazkirine û bikaranîne, nuha dezgeh dixwaze standarekî di vî warî de saz bike ya tê bi wateya ku yên kirîyar divê agahdarîya bêhtir derbarê xizmetên ew dixwazin werbirgirin.

Dê herweha danberhevkirina pêşniyazên cuda hêsantir bibe. Peter Vikström şefê analîzê ye li dezgeha serfkaran ya giştî û ew dibêje ku kêmasîyên di warê agahdarîyê de piranîyê caran astengî û nakokîyan saz dike û gelek ji karên sanetkaran bê peymaneke nivîskî tên kirin, ya tê bi zelalî eşkere ye bê yë kirîyar çi dikire:

-Piranîya caran nerazîbûn saz dibe, dema mirov bi dirustî tênegihiştibe bê çi tevlî vî kar û xizmetê de ye. Wê demê bi hêsanî acizî saz dibe, berfirehbûna karî yan heq û pereyên xizmeta xwestî, ku carna pereyên wê bêhtir dibe ji ya di bala yê kirîyar de.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".