Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Rewşa karkirina hemşîreyan bûye astengîyeke mezin

Hat weşandin måndag 15 juli 2013 kl 12.30

Rewşa hemşîreyên ku di demeke dîyar de dest bi karî di nexweşxaneyan de dikin û yên dest jê berdidin wisa bilind e ku êdî bûye astengî. Beşê nûçeyên radyoya Swêdê, Ekot, eşkere dike ku di gelek beşên nexweşxaneyên swêdê de ev yeka peyda dibe.

Gelek hemşîre, mumerîde, piştî demeke karkirinê ya kurt dest ji karî berdidin û ev yeka dike ku jîrbûn û kompetens wenda bibin. Li nexweşxaneyên Stockholmê û Uppsalayê li hereket û bizava hemşîreyan ya bilind wekî astengî têrn nerîn ya divê bên rawestandin.

Şefê herî bilind yê nexweşxaneya akademî ya Uppsalayê, P-O Sundberg dibêje ku çûn û hatina berdewam ya hevkarên nû bandoreke mezin li wan yên dimînin dike:

-Bêgûman bi zehmet dibe. Karmendên me zêde wefadar û pêbawerin. Lê bandor jî li wan dibe, ew dikevin rewşeke karî ya zehmetir de. Ji ber vê yekê jî em divê bi lez karmendên bêhtir peyda bikin da ku barê wan siviktir bibe û karmendên nû ji wan re çê bibe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".