Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Kêm gilî bûn piştî hetikîya goştê hest

Hat weşandin måndag 15 juli 2013 kl 16.00
Wêne: Björn Larsson Rosvall/Scanpix.

Piştî eşkerekirina skandal û hetikîya goştê hesp ya di nav xwarinên amade de hate peyda kirin, kêm gilî ba polîs bûn. Sê ji çar gilînameyên polîs yên îlankirî teslîmî nebûne û ya çarem hate girtin.

Dezgeha berhem û tiştên xwarinê, Livsmedelsverket, ya pêşî agahdarî da ku dê gilî li şirketa Findus bike, tucarî bi karê gilîkirinê ranebû. Û Findus jî gilî li teslîmkarên xwe nekir, li gor Annika Mohlin ya berpirsa çapemenî ye li Findus dibêje ku wan pêvajoyeke dadwerî ya dirêj nexwestin.

Şirketa tenê ku bi rastî gilî ba polîs kir, Dafgårds bû. Yê dozger bi lêhûrnerîna tawana sextekarîyê hember şirketa, Globe Food ya ku goştê hesp firotibû mijûl bû, lê pêşlêkolîn piştî demeke kurt hate girtin.

Dozgerekî nû bi tawana hember yasaya berhem û tiştên xwarinê lêkolîn kir lê hem ew jî dest jê berdan û hate girtin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".